Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ destên xwe bi awayekî xurt dideyne ser kampa Yermûkê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Komek ji niştecîyên temen mezin ji kampa penaberan a Yermûkê ya Şamê ji alîyê Heyva Sor ve hatin derxistin. [Wêne ji Behaa Sehî]

Komek ji niştecîyên temen mezin ji kampa penaberan a Yermûkê ya Şamê ji alîyê Heyva Sor ve hatin derxistin. [Wêne ji Behaa Sehî]

Niştecîyên taxa rojavayî ji Yermûkê, kampeke penaberên Filestînî li kinara Şamê, derdê dorpêçkirina ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatiye ferzkirin dikişînin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Rêxistinê dorpêçkirineke hindikî di 14ê Îlonê de ferz kir bi bihaneya ew zextê li dijberê xwe Tehrîr Şam dike, hevbendîyeke bi serkêşîya Enîya Nusrayê ya berê, çalakvan û niştecîyê Yermûkê Behaa Sehlî got.

"Dorpêçkirineke tam berî du hefteyan," wî ji Diyaruna re got.

Dorpêçkirin hat ferzkirin piştî niştecîyan red kir ku bi ya emîrên ku ji alîyê DAIŞê ve hatin weşandin bikin, emîrên derbarê tecnîdkirina mêr û ciwanan di nav refên wê de, û ew bi bin ket ku bihêle derbarê qanûna cilan û minhacê dibistanê bi ya wê bikin.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dorpêçkirin li ser deverên niştecihî li kampa Yermûkê ya rojavayî ferz kiriye. [Wêne ji Behaa Sehî]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dorpêçkirin li ser deverên niştecihî li kampa Yermûkê ya rojavayî ferz kiriye. [Wêne ji Behaa Sehî]

Dora 40,000 kes bi dorpêçkirinê hatin bibandorkirin, wî got, dorpêçkirina ku taxên kolana 15an, kolana 30, kolana Eynil Xezal, devera Rijayê, kolana Heyfa û kolana Sefûrîyayê di nav xwe de dihewîne.

"Endamên DAIŞê yên ku li derdora van navçeyan belav bûne hemû tevgerê qedexe dikin," wî got, wî anî ziman ku dora 50 niştecîyan hatine girtin daku hewl bidin av, xwarin û derman ji bajarokê Yeldayê yê nêzîk bînin.

Perwerde rastî gefê tê

Sehlî got ku dorpêçkirinê nehişt ku zarok li Yeldayê herin dibistanê.

Li gor raportên medyaya xwecihî, endamên DAIŞê gef li şagirt û mamostayan kiriye ku eger ew herin dibistanên derveyî kampê ew dê werin cezakirin.

"Vê dawîyê du dibistan li devera dorpêçkirî hatin girtin dema wan xwe ji sala nû re amade dikir, ji ber mamosta kêm bûn, yên ku ji beşin din ji kampê dihatin," Sehlî got.

"Rewşa tendirustîyê li devera dorpêçkirî gelekî lawaz e ji ber kêmbûna meteryalên xwarinê yên sereke, derman û vasînên pêwîst," Nacî Amir got, ê ku weke hemşîrekî li nexweşxaneya Basilê li kampa Yermûkê kar dikir berî ku DAIŞ destên xwe deyne ser .

Bêtir ji 200 halatin mirinê hebûn ji ber kêmasî di guhdana bijîşkî de, wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku pîşedarên bijîşkî pir kêm in ên ku mane piştî nexweşxane û tîmargeh di şerê berdewam de hatin wêrankirin.

"Şihade Mihemed Racih qurbanîya dawî bû ji ber kêmbûna guhdana bijîşkî, yê ku di 4ê Mijdarê de mir," wî got, piştî tenê rojekê ji mirina zarokê nûzayî ji ber kêmbûna oksîjenê.

Di 1ê Mijdarê de, keçika yek salî ji ber dilrawestanê mir piştî wê derdê şelqîn û kêmoksîjenê kişand, Amir got.

Bang ji bo alîkarîyê

Bang ji şandeyên navdewletî, di nav wan de Heyva Sor ya Erebî ya Sûrî û komîteyên Xaça Sor ya navdewletî re hatine şandin daku dabînên bijîşkî biparêzin û halatên lezgîn derxin, Amir got.

"Lê [DAIŞê] berdewam bi rikdarîyê bersiv dida, û red dikir destûrê bide ku şehna tu dermanan derbas bibe," wî got.

Piştî giftûgoyên dirêj, Heyva Sor dikarî di destpêka vê mehê de 23 kesên bi emir mezin û jinên ducanî yên ku destwerdaneke bijîşkî ya lezgîn ji devera dorpêçkirî xwestin derxin, wî got.

Macid Humsî, mamostayekî karkenar e ji bajarê Reqayê yê ku li kampê dijî, ji Diyaruna re got, kurewş li kampê nayê tehmûlkirin.

"Ne elektrîk, ne av, ne xwarin heye û zarok ji mafê xwe yê herî girîng yê perwerdeyê bêpar in," wî got.

Dever wêran e ji ber şer û bombebarankirina bê dawî, wî got, wî anî ziman ku nîşangirên DAIŞê li derdora kampê hatin bicihkirin.

Humsî got ku gelek niştecîyên kampê winda bûne dema wan hewl dida ku derkevin derve daku xwarin, av û derman bînin.

"Gelek caran endamên rêxistinê wan digirin yan guleyan davêjin wan, û hîn laşên wan li derdora kampê radayî ne," wî got, wî anî ziman ku hinek ji wan bi mayînên ji alîyê DAIŞê ve hatin çandin hatin kuştin dema wan hewl dida ku birevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500