Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ êrîşî Tehrîr Şam li kampa Yermûkê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Endamên "Dewleta Îslamî" ligel Tehrîr Şam ketin şer li kampa Yermûkê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Edesat Muxeyem hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" ligel Tehrîr Şam ketin şer li kampa Yermûkê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Edesat Muxeyem hatiye wergirtin]

Bi dirêjahiya heftiya borî, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hebûna xwe li kampa Yermûk, kampa penaberên Filestînî ya li başûrê Şamê, xurtir dikir, şêniyên kampê ji Diyaruna re gotin.

DAIŞ herwiha ragihand ku wê çekdarekî hevrikê xwe yên tundrew hevbendiya Tehrîr Şam, a ku beriya aniha Eniya Nusra diyartirîn pêkhateya wê bû, sêdare kir, hevdem ligel derketina pevçûnên dijwar di navbera herdu rêxistinan de.

Bi dirêjahiya heftiya borî yan zêdetir jî, ji dema ku nûçeyên rizgarkirina Mûsilê li bakurê Iraqê hatin pêş, çalakiyên DAIŞ ên zêdebûyî li kampa Yermûk hatin têbînîkirin, rûniştiyê kampê û çalakvanê warê hawarçûnê Beha Sahlî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Endamên rêxistinê malên gelek rûniştiyên kampê şewitandin, çi yên Sûrî û çi yên Filestînî, û berê çalakiyên xwe bi giranî dan deverên kampê yên ku hevtixûbê deverên li jêr kontrola rejîmê ne," wî got.

Çekdarên "Dewleta Îslamî" li kampa Yermûkê belav bûn, ku li wê derê bi hevrikên xwe Tehrîr Şam ketin şer. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Edesat Muxeyem hatiye wergirtin]

Çekdarên "Dewleta Îslamî" li kampa Yermûkê belav bûn, ku li wê derê bi hevrikên xwe Tehrîr Şam ketin şer. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Edesat Muxeyem hatiye wergirtin]

Girtiyekî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve li kampa Yermûkê bi zincîran tê girêdan û îhanekirin li pêşbirî şêniyên kampê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Edesat Muxeyem hatiye wergirtin]

Girtiyekî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve li kampa Yermûkê bi zincîran tê girêdan û îhanekirin li pêşbirî şêniyên kampê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Edesat Muxeyem hatiye wergirtin]

Sahilî got ku li gorî niştecihên kampê, ev kiryarên şewtandinê hatin encamdayîn bi bikaranîna "bombeyên ku li deverê hatine çêkirin û materyalên şewtêner".

Got jî ku hinekan ji wan malên ku xelkê bêwar ên ku ji gundewarên Şamê û devera Xûta reviyane lê vedihewin kirin armanc.

Roja Yekşemê (16ê Tîrmehê), DAIŞ endamê Tehrîr Şam Muhemed Ebû Umer sêdare kir, bi gunehê wergirtina pereyan û karkirina li dijî DAIŞ li kampê.

Sahilî got ku sêdarekirin piştî derketina pevçûnên çekdar ên xwînî di navbera DAIŞ û Tehrîr Şam de hat, pevçûnên ku heftiya borî dewam kirin û bûne sedema ketina herî kêm şeş kuştiyan.

Rewşa şêniyên kampê kambaxtir dibe

Sahilî got jî ku rewş li nava Kampa Yermûk ne aram e, û rûniştiyên kampê dê bikevin rewşeke kambaxtir di rojên bê de.

"DAIŞ çeperên xwe bi satirên ji qum û çementoyê hêzdartir kirin û çekdarên xwe bi dirêjahiya kolana Heyfa bicih kirin, ew kolan jî yek ji giringtirîn cihan e li kampê yên ku rêxistin wan kontrol dike," wî got.

Çekdarên DAIŞ deverek li beşê rojavayî yê kampê dorpêç kir, ku herî kêm 200 malbat lê ne, di nav de zarok û jin û kal, nexweş û astander.

Wî got jî ku sivîl rastî binpêkirinan tên bi destê rêxistinê, ew binpêkirinên ku ji zelîlkirin û sivkatîpêkirinê û heta bi girtina neheq pêk tên.

Wî got jî ku rêxistin hewl dide ku hemû tiştan û materyalên ku digihin deverê kontrol bike, û da zanîn jî ku aniha kamp ji aliyê DAIŞ û Tehrîr Şam ve tê kontrolkirin, û hêzên rejîmê jî hinek beşan kontrol dikin.

Wî got ku gelek hêzên ser bi wan koman ve li kampê hene û wiha dewam kir "rewşa li nava kampê trajedî ye û kêmtirîn pêdiviyên jiyanên lê ne berdest in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500