Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

DAIŞ kêlên gorên li kampa Yermûk li Sûriyê têk dide

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên hisbaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêlên goran têk didin li kampa Yermûk a penaberên Filestînî. [Wêne ji rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ]

Endamên hisbaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêlên goran têk didin li kampa Yermûk a penaberên Filestînî. [Wêne ji rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ]

Ji bo tirsandina rûniştiyên Yermûkê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dewriyên hisba ("polîsên şerîetê") belav dike li kampa penaberên Filestînî ya ku dikeve derveyî Şamê, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Wan got ku ew tirsa herî mezin li ba rûniştiyên kampê çêdikin, ji ber ku dewrî ji ber sedemên pir biçûk xelkê ceza dikin û herwiha kêlên goran kavil dikin.

Endamên Hisbaya DAIŞ vê dawiyê kêlên gorên goristana kampê têk dan bi bihaneya ku ew li dijî şerîetê ne, şêniyê kampê Macid Humsî, ku mamostayekî xanenişîn e û ji Reqayê reviyaye, got.

Wî ji Diyaruna re got ku vê çendê xelkê Yermûkê bihêrs kirine, ji ber ku xaksipartina miriya li gorî metodên îslamî ye û ji ber ku "ew kêlên goran xwedan girîngiyeke civakî û derûnî ya mezin in ji malbatên koçbûyiyan re".

Dewriyeke endamên Hisbaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bazarekê li kampa Yermûk belav bûye. [Wêne ji rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ]

Dewriyeke endamên Hisbaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bazarekê li kampa Yermûk belav bûye. [Wêne ji rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ]

Endamekî Hisbaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ciwanekî li kampa Yermûk celd dike. [Wêne ji rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ]

Endamekî Hisbaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ciwanekî li kampa Yermûk celd dike. [Wêne ji rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ]

Çalakiya hisbayê ya zêdebûyî

Wî got ku ji destpêka Tebaxê ve, DAIŞ çalakiya hisba daye destpêkirin, û dewriyên gelek li kampê belav dikin.

Endamên Hisabayê roja Înê (4ê Tebaxê) dukandar neçar kirin ku dukanên xwe çaxê nimêjê bigrin, û bi rêya menberên mizgeftan fermanek derxistin ku li gorî wê divê dukan hemû deriyên xwe di çaxên nimêjê de bigrin.

Tavahiya şêniyên kampê hatin fermankirin ku li mizgeftê nimêj bikin yan jî ew dê rûbirûyî cezayeke giran bibin.

Humsî got ku di heman demê de, dewriyeke hisbayê du zilamên kal li pêşbirî xelkê celd dikirin, yê yekem ji ber ku riha wî ne li gorî rêbazên DAIŞ bû, yên duyem jî ji ber ku cigareyek li bazarê bi eşkere kişandibû.

"Zarokên mîrên DAIŞ jî nefilitîn," wî got, û da zanîn ku rêxistinê Brahîm Dehşan -- kurê berpirsiyarê berê yê "Şêrên Xîlafetê" yê bi navê "Ebû Brahîm Bzûriyat" dihat naskirin -- sê rojan girt.

Dehşan bi dijwarî hate îşkencekirin û celdkirin di dema zindanîkirina wî de, ji ber ku li zemawendekê li derveyî kampê amade bûbû û cih di dîlaneke gelêrî de girtibû, Humsî got.

Çaxên zehmet li Yermûkê tên jiyankirin

Ev pêngav di demekê de tê ku nerazîbûn li kampê pir zêde bûye, şêniyê kampa Yermûk û çalakvanê warê hewarçûnê Beha Sahilî ji Diyaruna re got.

Wî got ku şêniyên kampê rastî rewşên aborî yên zehmet, rawestana alîkariyan, û zordariyê li ser destê DAIŞ tên û mêr û ciwanên wan bêsûc tên girtin.

Herwiha, Sahilî da zanîn, aniha endamên hêzên din "bi yekcarî nexuya ne" tevî hebûna wan a li kampê, di nav de endamên hevrika wan Eniya Nusra.

"DAIŞ rêbendên xwe li ser tixûbên kampê zêdekirine daku nehêle şênî bar bikin û rê nede ku pêdivî û xwarin bi qaçaxî derbas bibin," wî got jî.

Wî got ku rewşa bazirganên ku bi rêxistinê re hevkariyê dikin cuda ye, û da zanîn ku DAIŞ destûr daye hejmerek ji qaçaxçiyan ku li karê xwe li deverê bikin li hember rêjeyekê ji dahatên her çalakiyekê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500