Nûçeyên Iraqê

NY: Şerê Sûriyê xerabtir bûye ji çaxê banga bo agirbestê

Şerê li sûriyê xerabtir bûye di heftiya borî de ji çaxê banga NY bo agirbesteke yek-mehî, kordînatorê karûbarên mirovî yên NY li Şamê Duşemê (12ê Sibatê) hişyarî da.

NY bangeke lezgîn roja Sêşemê arasteyî aliyê şer li Sûriyê kir û ew hişyar kirin ku divê çekên xwe bi awayekî demkî bêdeng bikin daku alîkarî bigihêje sivîlên bêçare, AFP ragihand.

Encumena Ewlekarî ya NY bin ket di piştevanîkirina bangê de heftiya borî lê belê roja Duşemê reşnivîseke nû da pêş ku daxwaza agirbesteke 30-rojî dike.

Çend demjimêran beriya danûstadinan, kordînatorê karûbarên mirovî yê NY li Sûriyê, Elî Zaeterî, bang nû kir.

"Ji dema daxuyaniya me ya 6ê Sibatê, çaxê nûnerên NY li Sûriyê bang bo rawestandina dijminkariyan kir bo heyama mehekê, rewş xerabtir bûye" Zaeterî di daxuyaniyekê de got.

"Em dibin dîdvanên pevçûnên herî xerab di tevahiya milmilaniyê de, li gel raportên li dor mirin û birîndarbûna bi sedên sivîlan, û bêwarîbûyîna mezin û wêranbûyîna jêrxaneya pêwîst ji sivîlan re, di nav de saziyên bijîşkî," wî da zanîn.

Bi dirêjahiya heftiya borî, balafirên şer ên rejîma Sûriyê Xûtaya Rojhilatî li nêzî Şamê bombebaran dikin, û şervanên opozîsyonê rokêt û hawinan li ser paytextê dibarînin.

"Em tekeziyê li ser peyama xwe dikin, ev azara giran a gelê Sûriyê divê were seknandin. Ew bûye qurbaniya vê milmilaniya hovane," Zaeterî got

"Ez bangê li hemû aliyan dikim, û aliyên ku bandoriya wan li ser van aliyan heye, ku guhdariyê li me û xelkê şepirze bikin: Vê azara mirovî ya ku nayê tehemulkirin rawestînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500