Nûçeyên Iraqê

Rêberên Yekîtîya Ewropayê haziriya agirbestekê li Xûtaya Rojhilatî dikin

Rêberên Ewropî îro Înê (23ê Sibatê) bang bo agirbesteke yekser li Sûriyê kirin bo rêdayîna alîkariyên mirovî piştî bêhtir ji 400 sivîlan hatin kuştin li herêma Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola opozîsyonê, AFP ragihand.

Serokê Fransî Îmanwêl Makron û Şêwirmenda Elmanî Angela Merkel ji Serokê Rûsî Vladimir Putin re nivîsî û daxwaz ji wî kir ku piştevaniya biryareke Encumena Ewlekarî ya NY bo agirbestekê li Sûriyê bike, Serokatiya Fransayê got.

Wê got ku name, ya ku hat şandin dema ku Makron û Merkel di lûtkeyeke Yekîtîya Ewropayê de li Bruselê bûn, daxwaz ji Rûsyayê kir ku piştgiriya reşnivîsa biryareke derbarê agirbesteke 30-rojî li Sûriyê bike, bi taybet rê bide alîkariya pijîşkî û alîkariyên din ku bigihin Xûtaya Rojhilatî.

Seroka polîtîka derve ya Yekîtîya Ewropayê, Federîka Mogherînî jî bang bo agirbesteke yekser kir.

"Divê komkujiya li Xûtaya Rojhilatî aniha raweste," Mogherînî got. "Gotinên Yekîtîya Ewropayê nemane da ku hovîtiya ku xelkê Xûtaya Rojhilatî rastî hatine werin wesifkirin."de

"Divê rejîma Sûriyê yekser hedefgirtina gelê xwe rawestîne û xwe bi berpirsiyariya serekî ya parastina wan erkdar bike," Mogherînî da zanîn.

Encumena Ewlekarî ya NY rûniştibû bo Înê dengdanê bike li ser reşnivîa biryareke ku dixwaze agirbesteke 30-rojî li sûriyê pêk were bo rêdayîna mirovî û derxistina xelkê ji ber sedemên tendirûstî.

Têkisteke ku hinekî hatibû guhertin hat belavkirin li ser endamên encumenê derengiya Pêncşemê, lê belê ne zelal bû ku Rûsiya dê piştgiriya tedbîrê bike, tedbîra ku ew du heftî bûn ku di rewşa gotûbêjê de bû.

Reşnivîsa biryarê dê rê ji agirbestê re xweş bike piştî 72 demjimêran ku tedbîr bikeve gerê de û bo belavkirina alîkariyan û derxistinên bijîşkî piştî 48 demjimêran dest pê bike.

Ew daxwaz dike ku yekser dawîhatina hemû dorpêçan pêk were li Xûtaya Rojhilatî, Yermûk, Fûa û Kefreya û ferman li hemû aliyan bike ku "bêpariya sivîlan ji xwarin û derman re, ku ew hemû pêwîst ji mayîna wan, re bi dawî bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500