Nûçeyên Iraqê

NY banga agirbesteke alîkariyê ya yek-mehî li Sûriyê dike

NY li Sûriyê roja Sêşemê (6ê Sibatê) daxwaza agirbesteke yek-mehî di krîzê de kir ji bo rêdan bo gihiştina alîkariyê ji hezarên sivîlên hewceyî alîkariya bilez re, AFP ragihand.

Di daxuyaniyeke ku li Şamê hat derxistin, NY got ku krîzeke mirovî li çendîn beşên welat serî hildaye ku rê ji bo gihiştin bo wan nayê dayîn.

Kordînatorê karûbarên mirovî yê NY û şanderên bilind bo Sûriyê banga "rawestandina yekser a karên tundutûj bo dema mehekê li seranserî Sûriyê" kir.

Ev tedbîr dê "rê bide şandina xizmet û alîkariyên mirovî, derxistina kesên gelekî nexweş û birîndar, û sivikkirina êşa xelkê, heta asta ku ji me tê, li ku derê bin", NY got.

Wê berdewam jî kir ku behsa hinek rewşên awarte li seranserî Sûriyê bike, ku krîza wî welatê bo dema nêzîkî heft salan bênavbir didome, û bêtirî 300,000 kes kuştin û bi milyonan aware kirin.

NY got ku lihevkirinên heyî derbarê gihiştina alîkariyan nehatine bicihkirin û tekez kir ku "eger rêya gihiştinê hatiba peydakirin, her heftî sê karwan karîbûn werin belavkirin, ku bigihin bêtirî 700,000 kesan" li deverên krîzê di du mehan de.

Tevî ku şer li hinek beşên welat kêm bûye, krîza mirovî hîn mezin e û grûpên alîkariyê texmîn dikin ku 1.5 milyonên din jî di 2018an de aware bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500