Nûçeyên Iraqê

16,000 kes ji rojhilatê Helebê direvin hevdem ligel pêşveçûnên rejîmê

Nêzîkî 16,000 sivîl ji rojhilatê Helebê reviyane di demekê de ku çekdarên opozisyonê kontrola xwe li ser hemû taxên bakurî jidest dan , NY roja Sêşemê (29ê Mijdarê) got, û rewş bi "bizdîner" wesif kir.

Berpirsê karûbarên mirovî yên NY Stephan O'Brien bal kişand ser wê yekê ku raporên hevparên mirovî yên NY yên li ser erdê nîşand didin ku "nêzîkî 16,000 kes aware bûne, gelek ji wan ber bi rewşên nediyar û bitirs," AFP ragihand.

"Tundbûna êrîşên li ser taxên rojhilatê Helebê di çend rojên borî de bi hezarên sivîlan neçar kirin ku birevin beşên din ên bajar," wî got.

"Eger heye ku bi hezarên din jî dê bêçare bibin û birevin eger belavbûn û xurtbûna şer di çend rojên bê de dom bike," wî hişyarî da, û nîgeraniya xwe li ser "rewşa gelek bitirs û bizdîner ya ku eşkere dibe" nîşan da.

Gotinên O'Brien di demekê de hatin ku rejîma Sûriyê bi kûrahî di nav asêgeha opozisyonê li rojhilatê Helebê pêş dikeve, û hejmarek ji taxan ji opozisyonê vegerandin di êrîşeke dijwar de ji bo vegerandina tevahiya bajar.

Hevdem ofîsa mafên mirovan a NY hişyarî ji metirsiyên ku rastî van kesên ku hewl didin ji şer birevin da.

"Ji bilî metirsiyên hewldana bo revînê li bereyeke şer a tund, me rapor wergirtine ku dibêjin grûpên opozisyonê rê nadin sivîl ji deverên di bin kontrola wan de derkevin," berdevka rêxistinê Ravina Shamdasani got.

Wê nîgeraniya xwe ji wê yekê jî nîşan da ku eger heye sivîlên ku tê bawerkirin têkiliyên wan ligel grûpên çekdar ên opozisyonên hene werin girtin dema ku bigihin deverên di bin kontrola rejîmê yan di bin kontrola Kurdî de.

O'Brien got ku NY û hevparên wê hewl didan ku alîkariya kesên ji ber şerê li seranserî bajar aware bûn bikin, û amade bû alîkariyan bigihîne rojhilatê Helebê û proseyên derxistinên bijîşkî pêk bîne eger karîbin derbas bibin.

Hevdem, Frensa roja Sêşemê bana civîneke "yekser" a Encumena Ewlekariya NY kir ji bo Helebê ji bo mameleyê ligel "krîza mirovî" li bajarê Sûrî bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500