Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê bang li opozisyonê dike ku ji Helebê derkeve

Artêşa Sûrî roja Sêşemê (22ê Mijdarê) bang li çekdarên opozisyonê kir ku ji rojhilatê Helebê vekişin û bihêlin sivîl jê derkevin, AFP ragihand.

Ev gav di demekê de hat ku hêzên rejîmê û hêzên alîgirên wê ber bi navçeyên Helebê yên di bin destê opozisyonê de roja Sêşemê pêş ketin , vê yekê hişt sivîl birevin.

Piştî hefteyekê ji gera dawî ya şer li bajar, hêzên rejîmê sêyeka taxa Mesakin Henano ya li rojhilat kontrol kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Hêzên rejîmê û alîgirên wê bi piştgiriya Hizbulla şerê çekdarên opozisyonê dikirin li çend bereyan li navçeyên di kontrola opozisyonê de, rêveberê Rewangehê Ramî Abdilrehman got.

Artêşa Sûrî, ku ev çend meh in rojavayê bajar dorpêç kiriye, xwest ku çekdarên opozisyonê xwarinê bidin sivîlan, û bang li niştecihan kir ku hevahengiyê ligel hêzên wê yên ku pêş dikevin bikin.

Artêşê belavokên ku wêneya baseke kesk li ser wan e weka yên ku ev çend caran sivîl û çekdarên opozisyonê vediguhêze avêtin deverên ku ji aliyê rejîmê ve hatine vegerandin.

"Ji bo wan kesên ku çek hilgirtine, em destên xwe didin we. Cihê xwe bigrin berî ku dem xilas be," li ser belavokan hatiye nivîsandin.

Roja Duşemê, berpirsê karên mirovî yê NY Stephen O'Brien bikaranîna dorpêçkirinê li Sûriyê şermezar kir, û got ku nêzî milyonek kes li seranserî welat di bin dorpêçê de bûn, pirraniya wan dorpêçkirinan ji aliyê rejîmê ve hatine pêkanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500