Nûçeyên Iraqê

NY: Karesata Helebê ya "bêwêne" li Sûriyê

Berpirsê alîkariyên NY roja Pêncşemê (29ê Îlonê) hişyarî da ku Heleb rastî karesateke mirovî ya "bê wêne" di dîroka cenga pêncsalî yali Sûriyê tê, AFP ragihand.

"Bi zelal dibêjim: aniha rojhilatê Helebê vê xulekê ne li ser qiraxê têwerbûna di newalekê de ye," Stepehen O'Brien ji Encumena Ewlekariyê re got. "Baş tê zanîn ku ew ber bi newala karesateke mirovî ya bêwijdan û bêrehim ve diherike, ku beriya niha li Sûriyê bi vê awayê nehatiye dîtin."

Encumen ji bo danûstandina krîza Sûriyê li hev civiyabû û Fransa got ku ew dê ji bo biryareke NY ya ferzkirina agirbestekê li Helebê têkeve nav hewldanan, ji ber ku ev hefteyeke bajar bi awayekî dijwar rastî bombebaranê dibe.

O'Brien bang li encumenê kir ku piştî hewilên dîplomatsî hefteya borî bi ser neketin, zêdebûneke dijwar a tundûtûjiyê li ser erdê çêbû, kiryar bê kirin.

Zêdetir ji 100,000 zarokan hîna li taxên Helebê yên di bin kontrola opozisyonê de ne asê mane, ku ew tax rastî bombebarana dijwar tên ji çaxê ku rejîma Sûrî di 22ê Îlonê êrîşa vegerandina bajar ragihand.

Roja Înê, hêzên rejîmê li bakûr û navenda Helebê, bi piştgiriya kampanyayeke asmanî, pêşve çûn.

Doktorên bê Sînor roja Înê rejîm û alîgerên wê bi provaksyonkirina "coga xwînê" li bajar tawanbar kir, got jî ku devera di destê opozisyonê de bûye "sebeteke mezin a kuştinê".

Hevdem Zarokan Rizgar Bikin roja Înê got ku bikaranîna bombeyên ku asêgehan wêran dikin tê wateya ku dê çûna zarokan bo dibistanê gelek xeterdar be ji wan re, ku qewle ew dawiya vê heftiyê dest bi xwendinê bikin, û heta bi refên di jêrzemînan de dê xeterdar bin.

"Êrîşa dijwar" ya li ser Helebê dê dora 100,000 zarokên di temenê dibistanê de ji xwendinê bêpar bike, saziya xêrxwaziyê, ku piştgiriya 13 dibistanan li bajar dike û heşt ji wan di jêrzemînan de ne, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500