Nûçeyên Iraqê

Serokê hewarçûnê ya NY hişyariya pêkhatina karesateke "bê wêne" li Helebê dide

Berpirsê bilind ê Hawarçûnê yê NY roja duşemê (22'yê Tebaxê) hêrsa xwe ji nekarîbûna hêzên cîhanê ya pêkanîna agirbestekê bo derbaskirina alîkaiyan bo bajarê Heleba Sûrî anî ziman, hişyariya derketina karesateke mirovî ya "bê wêne" jî dide, AFP ragihand.

Di dema civîna sêyemîn ya Encumena Ewlekariyê de ya derbarê krîza Helebê di vê mehê de, Stephen O'Brien banga xweya rawestana şerê Helebê, ku tundûtûjî li wir gelek zêde bû ye, bo heyama 48 saetên dubara kir.

"Li Helebê, em karesateke mirovî ya bê wêne di her pênc salên xwînrêj û komkuştinê yên krîza Sûrî dibînin," O'Brien got, anî ziman jî ku bajar "bûye lutkeya dilerawêkêya" di azarên Sûriyan de.

Wî bang li hemu welatên zaldar kir ku bilez bigihin agirbestekê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500