Nûçeyên Iraqê

Hejmara Sûriyên ku gihiştin bo wan zehmet e digihe 5 milyonan: NY

Nêzîkî pênc milyon Sûrî niha li deverên dorpêçkirî yan jî yên ku gihiştin bo wan zehmet e dijîn, nêzîkî milyonekê bêtir ji texmînên berê, kordînatorê hawarçûna awarte ya NYê Stêfin O'Brayin roja Pêncşemê (23ê Hezîranê) got.

Nûnerê NYyê ev yek vegerand ji bo bilindbûna rêjeya nearamiyê li hin beşên Heleb, el-Reqa û el-Heseke ku gihiştin bo wan sînordar e, AFP ragihand.

O'Brayin ji Encumena Ewlekariyê re got ku NY hêvî dike ku karwanên alîkariyê bigihîne 1.2 milyon sivîlan li 35 deverên pêşkî di Hezîranê de, lê dubare kir ku desthilatên Sûriyê rê li ber van hewlan digre bi rêya sînordarkirina gihiştinê û astengkirina gihandina alîkariyan.

"Rastiyên krîza berdewama niha û destêwerdan û serhişkiya berdewam a aliyên krîzê dibin astengiyên metirsîdar li ser karîna me" ji bo gihandina alîkariyan, O'Brayin got.

Wî bang li her 15 endamên Encumena Ewlekariyê kir ku piştgiriya daxwazên NYyê ji bo derbasbûna alîkariyan bikin ji bo piştraskirina qebûlkirineke temam "bê ti mercan".

Ji Çileyê ve, karwanên alîkariyê yên NYyê gihane 334,150 kesan ji 590,000 Sûriyên dorpêçkirî.

Hevdem, NY roja Pêncşemê got ku ew dê dest bi gihandina alîkariyên gelekî pêwîst bi rêya balafirê ji Şamê bo bajarê Qamişlo yê bakurê-rojhiatê Sûriyê bike, ku ev bêtirî du salan e ku rêyên navxweyî ji bo wê qut bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500