Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Li Xûtaya Rojhilatî dora 200 kuştî û NY hişyariyê dide ku rewş "li derveyî kontrolê ye"

AFP

Zarokine Sûrî digrîn li nexweşgehekê li Dûmayê piştî êrîşên asmanî li ser gundê Sûrî Mesrebayê li herêma Xûtaya Rojhialtî ya dorpêçkirî roja 19ê Sibata 2018an. [Hemza Ecweh/AFP]

Zarokine Sûrî digrîn li nexweşgehekê li Dûmayê piştî êrîşên asmanî li ser gundê Sûrî Mesrebayê li herêma Xûtaya Rojhialtî ya dorpêçkirî roja 19ê Sibata 2018an. [Hemza Ecweh/AFP]

Êrîşên asmanî bo roja sêyem Xûtaya Rojhilatî dikin armanc îro Sêşemê (20ê Sibatê), û hejmara sivîlên mirî gihişte dora 200 kesan û NY hişyarî da ku rewş li devera opozîsyonê "li derveyî kontrolê ye".

Êrîşên asmanî, rokêt û topbarankirin devera opozîsyonê dikin armanc ji Yekşemê ve di amadekariyeke berbiçav de ya hikûmetê bo êrîşkirineke bejahî li ser herêma dorpêçkirî.

Herî kêm 194 sivîl hatin kuştin, 57 ji wan zarok bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Roja Duşemê, 127 sivîl , 39 ji wan zarok bûn, di bordomanê de hatin kuştin -- roja herî xwînî ji Xûtaya Rojhialtî re di çar salan de.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî yên nû herî kêm 50 sivîl, 13 ji wan zarok bûn, kuştin.

Ji sala 2012an ve di destê opozîsyonê de ye, Xûtaya Rojhilatî dawîn wargeha opozîsyonê ye li derdora Şamê.

Kordînatorê karûbarê mirovî yê herêmî yê NY bo Sûriyê, Panos Momtzis hişyarî da ku divî armanckirina sivîlan "were rawestîn".

"Rewşa mirovî ya sivîlan li Xûtaya Rojhilatî li derveyî kontrolê ye. Divê ev azara mirovî bê bidawî kirin," Momtzis roja Duşemê got.

Çend caran NY bang bo agirbesteke yek-mehî kir li eniyên şer li seranserê Sûriyê, ji Xûtaya Rojhilatî heta bi Efrînê li bakur-rojavayê welat, ku Turkiyê Sêşemê gef kir ku ew dê wê bike jêr dorpêçê de di rojên bê de.

"Peyv tune ne"

"Roja 19ê Sibatê yek ji rojên herî xerab bû di dîroka şer de," nûjdarekî westiyayî li nexweşgeheke Xûtaya Rojhilatî got.

Wî xwe wekî Ebû Yasir da naskirin, û wî rewşa dermankirina zarokeke yek-salî ku bo nexweşgeha Erbin hatibû anîn piştî ew ji jêr kavilan hatibû derxistin.

"Min devê wî vekir daku boriyeke henasedanê siwar bikim û min dît ku ew bi xweliyê hatibû girtin," Ebû Yasir ji AFP re got.

Wî xwelî derxist bi lezûbez , û boriya henasedanê siwar kir û karî jiyana bebekî biparêze.

"Ev bi tenê çîrokek bû ji çîrokên bi sedên birîndaran."

Xwînherikînê hişt ku ajansa zarokan a NY UNICEF ku daxuyaniyekê derxe holê îro Sêşemê û tê de hêrsa xwe bîne ser ziman.

"Peyvên me nemane ku em azarên zarokan û hêrsa xwe îfade bikin," ajansê ev yek di daxuyaniyekê de got.

"Ma peyv li ba wan aliyên ku azarê çêdikin mane ku kiryarên xw yên hovane rewa bikin?"

Zêdetir ji 400,000 kesî li Xûtaya Rojhilatî dijîn, devera ku ji 2013 ve ji aliyê hêzên hikûmetê ve tê dorpêçkirin. Xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn ên din hema bibêje peyda nabin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500