Hêzên Îraqî roja Pêncşemê (11ê Kanûna Duyem) 16 teqemeniyên bidestçêkirî yên "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) wêran kirin di operasyoneke lêgerînê de ku li Tabî, 12 kîlometran dikeve başûrê Bexdayê.
"Bikarkirina li ser agahiyên ku şêniyekî dan, hêzên ewlekariyê 16 teqemeniyên xwemalî ku amade bûn bo teqandinê di veşargehekê de li başûrê Bexdayê dîtin," eqîd Riyad Husên Waelî ji fermandariya polîsê Bexdayê ji Diyaruna re eşkere kir.
"Hêzên ewlekariyê sê gumanbarên ku li nêzî deverê hatin dîtin girtin, û yekî din jî girtin, li gorî agahiyan [ên hewalgirî], ew pir dihat wî cihî," wî got.
"Yekîneya endazyariya serbazî teqemeniyên xeternak yekser teqandin," wî anî ser ziman.