Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî deverên başûrê Bexdayê ji bermahiyên şerê DAIŞ paqij dikin

Hêzên Îraqî çendîn dever li başûrê Bedaya paytext ji bermahiyên şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Duşemê (18ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên ewlekariyê yên hevbeş herêmeke bi nîvqutrê 50 kîlometran li başûrê Bexdayê ji bermahiyên şer û rextên neteqyayî yên DAIŞ li pey xwe hiştin li deverên çandiniyê hatin paqijkirin" fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Sih teqemeniyên bidestçêkirî, 220 himbêzerên teqemeniyan, hawinên ji kalîberên cuda û bermahiyên şer hatin dîtin, daxuyaniyê got.

"Hêzên ewlekariyê ev materyal teqandin bê qewimîna tu buyeran," wî got.

"Pêngav beşeke ji programa paqijkirina deveran [li Îraqê] ji teqemeniyan û vegerandina xelkên wan bo warên wan," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500