Hêzên Iraqî êlekekî bombekirî û embareke çekên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşekê de li başûrê Bexdayê dîtin, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Sêşemê (7ê Adarê) ragihand.
"Hêzek ji Firqeya 1ê operasyoneke lêgerînê li sînorê di navbera Bexdayê û Diyala de, li rojhilatê paytextê, pêk anî û embareke çekên DAIŞ dît," fermandariyê di daxuyaniyekî de got.
Tifeng, çekên sivik û giran, cebilxane, neh qotiyên teqemeniyên bihêz, êlekekî bombekirî û 24 narincok û teqemeniyên rengereng di embarê de hatin dîtin, daxuyaniyê got.
Operasyon li ser bingeha agahiyên hewalgirî hate pêkanîn, daxuyaniyê got.