Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşine terorî li Bexdayê çepel dikin

Sê êrîşên terorî bi teqemeniyên pêşxistî li Bexdayê hatin çepelkirin, Wezareta Karê Hundir îro Pêncşemê (16ê Mijdarê) got.

"Hêzên Iraqî êrîşeke terorîstan bi sê teqemeniyên pêşxistî çepel kirin, yek ji teqemeniyan li nêzî dibistanekê hatibû çandin û du yên din li nêzî bazareke şînkahiyê, li rojava û başûrê Bexdayê," peyvdarê wezaretê, eqîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

"Operasyon piştê ku şêniyan hebûna yek ji teqemeniyên pêşxistî raport kir û dewriyeke polîs du yên din dîtin pêk hat," wî got.

Wî got ku çar gumanbar û terorîstekî daxwazkirî hatin girtin di heman operasyonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500