Nûçeyên Iraqê

Fransa doza roleke mezintir a Rojava di kirîza Sûriyê de dike

Serokê Fransî Îmanwêl Makron roja Pêncşemê (4ê Kanûna Duyem) bang li welatên Rojavayî kir ku roleke mezintir di bidawîkirina şerê Sûriyê de bilîz, û got ku kirîz nikare bi tênê ji aliyê "çend" hêzên biyanî ve çareser bibe.

Tiwancên wî hatin piştî ku Rûsya, Turkiyê û Îranê hêvî dikin ku "Kongireke Diyalloga Niştîmanî" li dor Sûriyê li Seyrangeha Soçî li Deryaya Reş girê bidin, weke beşekî ji hewleke ku rexnegir dibêje ew bo rêgirtin li ber lidarketina danûstandinên bi piştevaniya NY li Cinêvê ye.

Makron got ku divê komelgeha navdewletî "rê nede çend hêzên ku hizir dikin ku bi tenê hinek alî, ku beşekî bi tenê ji opozîsyonê nas dikin, dê bikarbin ku çareseriyeke bi temamî û arambar ji rewşa Sûriyê re peyda bikin".

"Di vê derbarê de, NY, hêzên herêmî, Ewropa û DY xwedan berpirsiyariyeke mezin in, û ez bi temîm soza... serxistina avakirina aştiyê li Sûriyê didim," wî ji desteya diplomasiyan re li Parîsê got.

Serokê Fransî herwiha got ku aştî li Sûriyê û Îraqê gelek pêwîst e daku her vejînkirinek di êrîşên tundrû de negengaz be piştî ku "Dewleta Îsalmî" DAIŞ) "ji aliyê serbazî" ve hat binxistin.

Dê Fransa giraniya xebatên xwe bide lidarxistina hilbijartinên azad û ewle li Îraqê di behara tê de, û dixuya kir ku ew Îran dike hedef dema ku banga "hişyariyê" kir ji "her hewleke têkdane aramiyê ji aliyê hêzên biyanî ve", Makron got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500