Nûçeyên Iraqê

Makron: Cenga li hember DAIŞ li Sûriyê dê Sibatê were qezenckirin

Serokê Fransî, Emanwêl Makron roja Yekşemê (17ê Kanûna Yekem) payîn kir ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê meha Şibatê li Sûriyê were qirkirin, û hikûmeta Sûriyê û opozîsyon bo danustadinên aştiyên yên nû destpêka sala tê han dan.

"Me tev havpeymaniyê cenga li Îraqî qezenc kir," Makron di hevpeyvînekê de ligel kenala France 2 got.

"Û ez bawer dikim ku ji nîvê Şibatê heta dawiya wê, em dê cenga li Sûriyê qezenc bikin."

Tevî binketina vê haftiyê di danûstandinên aştiyê yên herî dawî de ku li Cinêvî bi piştevaniya NY pêk tên, Makron got ku ew dixwaze bibîne ku "proseyek di sala tê de li gel nûnerên Esed [Serokê Sûriyê] were holê, lêbelê ez hêvî dikim herwiha bi nûnerên hemû opozîsyonê re".

Wî destnîşan kir ku berîtiya herî pêşîn a Fransayê wekî beşek ji hevpeymaniya li dijî DAIŞ "qirkirina" rêxistina tund e.

"Pilana Fransayê qezenckirina aştiyê ye, rakirina mînên welat e, û bidawîkirina rewşa leşkerîzekirina welat e û avakirina çereseriyeke siyasî ya ku rê dide aştiyeke meyinde ye -- ev jî tê wateya ku divê hemû kêmnetew bên parastin, çi Xiristiyan, Şîe û Sunî," Makron got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500