Nûçeyên Iraqê

Makron dibîne ku binketina DAIŞ a leşkerî li Sûriyê û Îraqê dê nava "heftiyan" de pêk bê

Serokê Fransî Îmanwêl Makron Înê (19ê Kanûna Duyem) got ku dê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji aliyê leşkerî ve bê bibinxistin li Sûriyê û Îraqî di "heftiyên tên de", AFP ragihand.

"Îroj, spas ji bo ked û xebata welatên beşdar, rêxistina leşkerî ya DAIŞê li Welatên Şamê li ber binketina bi temamî ye," Makron got. "Ez piştrast im ku di heftiyên tên de em dê serkeftineke leşkerî li ser zemînê bi dest bixin."

"Ez dixwazim ku em aniha sozên xwe li gel hevparên xwe yên aramiyê, nûavakirinê û alîkarîkirina gelên wan bibin serî" pişt salinan ji aloziyê, wî wiha got.

Fransa, aniha dora 1,200 karmendên wê di nava hevpetymaniya navdeweltî de ne ku şerê milîtanan dike cih digrin.

Makron got tevî ku dê operasyonên leşkerî bidomin, bê guman dê welatê wî îsal beşdariya xwe bike "lixwegirtina" xebatên geşesendinê, beyî ku ew tu hûragahiyan parve bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500