Nûçeyên Iraqê

DAIŞê 741 sivîl di dema şerê Mûsilê de îdam kirin: NY

NYê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tawanbar kirin bi encamdayîna "tawanên navdewletî" di dema kampanyaya serbazî ya neh-mehî de li bajarê Mûsilê yê Iraqê, AFP îro Pêncşemê (2ê Mijdarê) ragihand.

Endamên DAIŞ 741 sivîl di şerê Mûsilê de îdam kirin, ofîsa mafên mirov a NY di raporekê de got.

Bi temamî 2,521 sivîl hatin kuştin, piraniya wan ji êrîşên DAIŞ, di dema şerê navbera DAIŞ û hêzên Iraqî de ku di Tîrmehê de bidawî hat, raporê got.

"Divê kesên berpirs bersiva tawanên xwe yên kirêt bidin," Komîsyonerê Bilind ê NY bo Mafên Mirovan, Zêd Raad Husên, di daxuyaniyekê de got.

Mûsil di 2014an de ji aliyê DAIŞ ve hat kontrolkirin û bû paytexta "xîlafeta" xwe-ragihandî ya rêxistinê li welat.

Piştî şikestina DAIŞ li bajar, ofîsa mafên mirovan got ku wê dîdvanî komkirine ku "revandina komî ya sivîlan, bikaranîna bi hezaran weke mertalên mirovî, topbarankirina xelkê sivîl biarmanc, û armancgirtina bêserûber ji sivîlên ku hewl didin ku ji bajar birevin" bibelge dikin.

Bêtirî 800,000 kes ji ber şer bêwar bûn, raporê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500