Nûçeyên Iraqê

Amnesty Sûriyê bi îdamkirinên komî li zindana Seydnaya tawanbar dikin

Amnesty International roja Sêşemê (7ê Sibatê) rejîma Sûrî bi îdamkirina 13,000 kesan li zindana navxirab di dirêhajiya pênc salan de bi "siyaseta qirkirinê" tawanbar kir, AFP ragihand.

Rapora çavdêriyê, bi navê "Kuştargeha Mirovan: Îdamkirina komî û qirkirina li zindana Seydana" nêzî Şamê, hûrgiliyên îdamkirinên komî yên adetî di navbera salên 2011 û 2015an de.

Herî kêm li hefteyê carekê, heta 50 zindanî ji şaneyên xwe dihatin derxistin bo darizandinên tesadifî, dihatin lêdan, û piştre îdamkirin "di nîva şevê de û bi nehêniyeke temam", raporê got.

"Di vê proseyê de, ew çavgirtî diman. Wan nedizanî kengî an jî çawa ew dê bimirin heta dema ku bend li dora stûyên wan dihat danîn."

Piraniya qurbaniyan sivîl bûn ku tê bawerkirin dijî rejîmê sekinî bûn.

"Ew (delaqandî) ji 10 heta 15 deqeyan dihiştin," dadwerekî berê yê ku îdamkirin dîtibûn got.

"Bo ciwanan, weznên wan ew nedikuştin. Alîkarên efseran ew dikişandin û stûyên wan dişikandin."

Amnesty got ku îdamkirinên komî weke tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê tên hesabkirin, lê belê eger heye ku heta niha ew berdewam bin.

Hezarên zindaniyan di zindana bi birêveberiya-serbazî ya Seydnaya de, ku 30 kîlometran ji Şamê dûr e, û yek ji mezintirîn girtîgehên Sûriyê ye, girtî ne.

Amensty rejîmê bi pêkanîna "siyaseta qirkirinê" li wir tawanbar kir bi rêya bi berdewamî îşkencekirina girtiyan û nedana xwarin, av û guhdana bijîşkî.

Çavdêrgehê berî niha gotibû ku tê texmînkirin ku zêdetirî 17,700 kes di bin destê rejîmê li Sûriyê ji Adara sala 2011an ve mirine. Ev hejmar bêtirî 13,000 kesên ku li Seydnaya hatîn îdamkirin lixwe nagire.

Amnesty got ku wê navên 87 berpirs û pasevanên zindanê yên berpirs li ser van sitemkariyan dane "saziyên nenavkirî ku dikarin vekolînên bawerpêkirî pêk bînin" li ser kuştinan.

Lêkolîneke NY di sala borî de rejîmê bi pêkanîna siyaseteke "qirkirinê" di zindanên xwe de tawanbar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500