Nûçeyên Iraqê

QSD şerê DAIŞ li Bajarê Kevin yê Mûsilê dike

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Yekşemê (13ê Tebaxê) li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li nava Reqayê cengiya, AFP raport kir.

Herdu alî li Bajarê Kevin yê Reqayê cengiyan, bi bikaranîna hawinan û agirê tifingên maşîn jî pir dijwar bû , nûçegehanê AFP, yên ku li nêzî tixûbê bajarê dîrokî bû, got.

Balefireke şer a hevpeymaniyê piştgiriya asmanî dabîn kir û çeperên DAIŞê li Bajar Kevin bombebaran kirin.

"Şerekî dijwar heye, hêzên me hewl didin ku gelek endamên DAIŞê dorpêç bikin," Nûrî Mehmûd got, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel yên Kurdî (YPG) yên ku li jêr piştivaniya Hêzên Sûriya Demokratîk şer dikin.

Wî got, çekdarên DAIŞê "hemû alavên berdest bikar tînin daku sax bimînin".

Çekdarên DAIŞê bajar bi awayekî himbiz bi mayînan çandine daku pêşketina QSD hêdî bikin, herwiha ew otombîlên bombekirî, balafirên bê balefirvan û êrîşkerên xwekuj bikar tînin.

Tevî vê yekê, QSD destên xwe daniye ser neh navçeyan li rojava û rojhilatê bajar ji çaxê ku ew yekem car derbasî Reqayê bû di 6ê Hezîranê de piştî kempaniya ku mehekê berdewam kir.

Di heman demê de, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) îro Duşemê hişyar kir ku sivîlên ji herdu asêgehên DAIŞê yê mayîn Reqa û Dêrezor rastî şert û merên kembax tên di dehên kampên nefermî de yên bi awayekî nebaş hatine amadekirin.

Ingy Sedky, berdevka komîteya navdewletî ya li Şamê got, bêtir ji 40 kampan, her yek mêvandariya di navbera 2,000 heta 10,000 kesan dikin, yên ku li deverin dûr li Reqa û cîrana wê Hesekê hatine avakirin.

"50% ji xelkên di van kampan de zarok in, ew ji ber germê di şert û mercin kembax de dijîn. Dibe ku 50 pileya Celsiusê be (122 Fahrenheit) di rojê de."

Wê got gelek kamp heta materyalên sekere di wan de peyda nabin, di nav de, kon, kesên ku nû digihin heta deh rojan li derve radizin li benda penagehan in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500