Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûriya Demokratîk Mizgefta Reqayê ya Mezin paqij dikin

Berpirsyarên hevpeymaniyê roja Duşemê (4ê Îlonê) pîrozbahiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirin ji ber paqijkirina serkeftî ya Mizgefta Mezin ya li Reqayê roja Duşemê.

Destdanîna li ser Bajarê Kevin yê Reqayê û Mizgefta Mezin nîşaneke girîng e di şerê têkbirina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) deli Reqa û Sûriyê, berpirsyarên çareserkirina bingehîn a Operesyona Hêza Karê Hevbeş di daxuyaniyekê di got.

Hevbendiya Kurdî-Erebî bi hezaran kesên sivîl derxisitin û tekoşîneke mezin kirin daku zirara gihayî binesaziyan sînordar bikin, di nav de mizgefta kevin, daxuyaniyê got.

Mizgefta Mezin mezgefta herî kevin e li bajar û ji sala 2014an ve li jêr kontrola DAIŞê bû.

"Rizgarkirina vî cihê dîrokî delîl e ji terxankirin û wêrekiya QSD di şerê têkbirina DAIŞê li Reqayê," berdevkê hevpeymaniyê eqîd Ryan Dillon got.

"QSD destkeftinên berdewan li deverên nav bajar bidest dixin, tax bi tax şer dikin û her roj gelek zext li DAIŞê dikin dema ku ew di ber re kesên sivîl derdixin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500