Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD tenê "çend rojan" ji rizgarkirina bajarê Reqayê dûr e

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Şervanine Hêzên Sûriya Demokratîk dibêjin ku ew li molgehên dawî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" li nava Reqa teng dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanine Hêzên Sûriya Demokratîk dibêjin ku ew li molgehên dawî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" li nava Reqa teng dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi piştevaniya hêzên asmanî yên hevpeymaniyê, tenê çend rojan dûrî rizgarkirina bajarê Reqa yê Sûriyê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) in, berpirsine ji hevbendiya Erebî-Kurdî ji Diyaruna re dibêjin.

QSD niha nêzîkî 90% ji bajar kontrol dike, wan got.

"Tê çaverêkirin ku rizgarkirina tevahiya bajarê Reqa di rojên bê de were ragihandin an jî herî zêde di naverasta vê mehê de," berpirsê medyayî yê QSD Mistefa Balî ji Diyaruna re got.

Ev jî girêdayî pêşveçûna operasyonan bi awayê plankirî ye, wî got, anî ziman jî ku DAIŞ sivîlan weke mertalên mirovî bikar tîne daku pêşketina QSD rawestîne.

Şervanine Hêzên Sûriya Demokratîk li pêşiya navendeke rahênanê ya Dewleta Îslamî" li Reqa kom bûne di demekê de ku li rêxistinê teng dikin.

Şervanine Hêzên Sûriya Demokratîk li pêşiya navendeke rahênanê ya Dewleta Îslamî" li Reqa kom bûne di demekê de ku li rêxistinê teng dikin.

Giraniya şer niha li asêgehên dawî yên DAIŞ ên li bajar e, "derdora Nexweşxaneya Niştîmanî, li taxa Ferdos, rawestgeha trênê û devera derdora meydana Cîhanê", wî got.

"Gengaz bû ku operasyonên rizgarkirinê zûtir jî temam bana, eger DAIŞ hebûna sivîlan li bajar istixlal nekiribaya," wî got.

Danûstandinên ji bo derxistina ewle ya sivîlên ku li Reqayê asê mane roja Çarşemê (11ê Cotmehê) berdewam bûn, di demekê de ku QSD amadekariya êrîşa dawî dikir, AFP ragihand.

Rêyên ewle ji sivîlan re

Roja Sêşemê, hevpeymaniyê got ku berpirsine ji Encumena Sivîl a Reqayê hewl dida ku danûstandinê bike derbarê rêyên ewle ji sivîlan re li deverên ku hîn di destê DAIŞ de mane.

"Encumena Sivîl a Reqayê danûstandinan dike ji bo yekalîkirina awayê herî baş ji bo rêdan ji bo sivîlên dorpêçkirî ji aliyê DAIŞ ve ku ji bajar derbikevin, ku hinek ji wan sivîlan weke mertalên mirovî tên bikaranîn," hevpeymaniyê got.

"Ew ên ku ji Reqa derdikevin ku were piştraskirin ku bi DAIŞ re şer kirine dê ji karbidestan re werin radestkirin daku pêş edaletê bisekinin."

Berdevka QSD Cîhan Şêx Ehmed ji AFP re got ku tê texmînkirin ku navbera 600 û 700 çekdarên DAIŞ ên çalak li Reqa mabin, ligel 800 heta bi 900 çekdarên birîndar ku hîn li nava bajar in.

Wê got ku endamên DAIŞ hewl dan ku xwe di nav bi sedên sivîlên ku roja Sêşemê ji bajar reviyane veşêre, di demekê de ku herî kêm kesekî ji wan xwe radestî şervanên QSD kir.

Li gorî texmînên NY, nêzîkî 8,000 kes hîn li Reqa ne, tevî ku rojane komine ji deh heta bi sedên kesan bi aliyê QSD direvin.

Piştî ku Reqa were rizgarkirin, fermandariya QSD dê biryar bide ku kengî xelk dikarin vegerin, Balî got, ji ber ku divê operasyonên maliştinê werin temamkirin daku were piştrastkirin ku bajar ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî hatiye paqijkirin.

"Mertalên mirovî" pêşketinê hêdî dikin

Me karîbû em operasyonên serbazî beriya niha temam bikin, fermandarê yekîneyeke QSD Xesan Îbrahîm ji Diyaruna re got, lê siyaseta giştî ya fermandariyên QSD û hevpeymaniyê banga kêmkirina qurbaniyên sivîl dikin.

"Rêxistina DAIŞ a terorîst hîn bi hezarên welatiyan li bajar digrin û wan weke mertalên mirovî bikar tînin," wî got.

Vê yekê operasyon gelekî hêdi kirin, Îbrahîm got, û anî ziman ku diviyabû ku hêzên rizgarkar xwe hêdî nêzîkî berevaniyên DAIŞ bikin, û kolanekê û taxekê carekê kontrol bikin.

"Hevdem, tîmên pispor bombeyên bidestçêkirî yên ku rêxistinê çandibûn ji bo astengkirina pêşketina hêzên rizgarker radikin," wî got.

Hevpeymaniyê roleke sereke dilîze di serkeftina operasyonên bejayî de, bi rêya êrîşên deqîq li dijî cihên DAIŞ li bajar, wî got, herwiha bi rêya peydakirina alav, çek û cebilxaneyê.

Şerê Reqayê

Tiştê ku şerê Reqa cuda dike hejmara mezin a endamên DAIŞ di nav bajar de ye, Îbrahîm got, di demekê de ku çekdarên ku li deverên gundewarê parêzgehê bicihkirî bûn, ji ber bombebarankirê reviyan.

Wî got ku torên tunelên binerdê yên rêxistinê ligel rêyên ku hatine çêkirin bi rêya kunên di dîwarên avahiyên derdorê de ne rêgireke mezin in û gerek werin wêrankirin, wî got.

Şêniyê Reqa Cemal Bekar, 50 salî, ji Diyaruna re got ku ew ji bajar reviya kampa Eyn Îsa bi alîkariya yekîneyeke hêzên taybet a QSD ku gihişte mala wî li devera Nexweşxaneya Niştîmanî û ew tev malabata wî derxistin.

"QSD berdewamî hewl dide ku ligel sivîlên ku li bajar name têkeve pêwendiyê daku wan derxe," wî got.

"Tevger di nav bajarê Reqa de bi metirsiyeke mezin ve girêdayî ye," wî got jî, ji ber ku DAIŞ gelek mayîn li deverên ku sivîl lê kom bûne çandine daku rê li wan bigre ku birevin.

Endamên DAIŞ yekser teqeyê li herkesî dikin ku hewl dide ji bajar derkeve, Bekar got, anî ziman ku nîşangir li cihên bilind li deverên ku sivîl li wan kom dibin bicih bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500