Nûçeyên Iraqê

NY: Iraqiyên ku bi piştgiriya DAIŞ tên tometbarkirin ji bo tolhildanê têne armancgirtin

Êrîşên tolhildanê dijî Iraqiyên ku bi piştgiriya "Dewleta Islamî" (DAIŞ) tên tometbarkirin li Mûsilê di zêdebûnê de ne piştî ku hêzên Iraqî bajar vegerand, şanderê NY Jan Kubis roja Duşemê (17ê Tîrmehê) haydarî da.

Kubis ji Encumena Ewlekariya NY re got ku ew bi "zêdebûna hestê milî yê ku piştgiriya cezakirina komî ya malbatên ku weke alîgirên DAIŞ tên dîtin" nîgaren e, AFP ragihand.

"Li seranserî welat, Iraqiyên ku tê dîtin ku têkiliyên wan ligel DAIŞ hene bi awayekî tund û bi kom tên derxistin, dest tê danîn li ser malên wan, û tedbîrên din ên cezakirin û tolê li dijî wan tên pêkanîn" wî got.

NY ji Serokwezîr Heyder Ebadî xwest ku "gavên bilez" bo sekinandina derxistinên komî û karên din ên kîndar bistîne.

Di daxuyaniyeke hevbeş de di hefteya borî de, Encumena Ewlekariyê bang ji bo fokuseke duqat li ser pêkanîna aştiyê, vegerîna ewle ya awareyan û cezakirina tawanbaran kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500