Nûçeyên Iraqê

NY ji Îraqê dixwaze ku lêkolînan derbarê gilîyên derbarê hilbijartinan bike

NY roja Pêncşemê (17ê Gulanê) bang li komîsyona hilbijartinan a Îraqî kir ku lêkolîna "yekser û tam" veke di derbarê gilîyên kandîdan û partîyan derbarê rewatîya hilbijartinan de, AFP ragihand.

"Divê komîsyon bi lezûbez bikeve tevgerê û bi cidî nêzî van gilîyan bibe," şanderê NY bo Îraqê, Can Kubis, di daxuyanîyekê de got.

Encamên ne dawîn yên hilbijartinên 12ê Gulanê diyar dikin ku hevbendîya Meşvanên Ber Bi Çaksazîyê ya zanayê olî yên Şî'î Moqteda Sedr û komînîstan li şeş parêzgehên Îraqî ya yekem e û li çaran a duyem ji eslê 18 parêzgehan.

Encamên seretayî diyar dikin ku Hevbendîya Fetih a Hêzên Heşda Şaebî di pileya duyem de ne, di piştre jî bloka Serokwezîrê niha Heyder Ebadî tê.

Lêbelê hejmara xuyayî ya kursîyên ku her blokekê di parlemand bi dest xistîye hîn ne diyar e.

NY amaje bi dubarekirina cudakirina derngdan li hin cihan da, di nav de Kerkûk.

"Girîng e ew di şefafîyeke tam de bên cudakirin bi amadebûna alîyên têkildar, bo xurtkirina... bawerîya bi prosesê," Kubis got.

"Ez herwiha bang li hemû alîyên siyasî dikim ku aştîyê biparêzin û pabend bibin bi yekalîkirina her alozîyeke hilbijartinan bi vekirina dozên yasayî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500