Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îraq peygerînê dike derbarê firoştna zarokên sêwî bo DAIŞ

Xalid Ta'î

Wêneyeke di 12ê Adara 2017an de hat kişandin, zarokên Îraqî yên ku di nîvê molozan de li kolanekê li taxa Nabulsê li Mûsilê li pêşîya taxtê îlanê ko logoya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser e diyar dike di dema êrîşa hêzên Iraqî da ku beşê rojavayî ji bajar ji şekdarên DAIŞê vegerînin [Arîs Misînîs/AFP]

Wêneyeke di 12ê Adara 2017an de hat kişandin, zarokên Îraqî yên ku di nîvê molozan de li kolanekê li taxa Nabulsê li Mûsilê li pêşîya taxtê îlanê ko logoya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser e diyar dike di dema êrîşa hêzên Iraqî da ku beşê rojavayî ji bajar ji şekdarên DAIŞê vegerînin [Arîs Misînîs/AFP]

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî vekolînê derbarê angaştinên ku zarokên sêwê li Nînewayê bo "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin firoştin kir, dema ku rêxistinê kontrola parêzgehê dikir.

Ev peygerîn hat piştî wezaretê "gazin û raport derbarê vê dozê de ji niştecîyên xwecihî û hejmarek ji parlementerên Iraqî wergirtin", berdevkê wezaretê Emar Munim îro Duşemê (8ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re got.

Komîteyek ji çar endaman yekser ji bo peygerînê hat sazkirin, wî got, wî anî ziman ew bi serokatîya Mufetişê Giştî yê wezaretê bû û li jêr serpereştîya yekser ji alîyê Wezîrê Kar û Kar û Barên Civakî, Mihemed Sûdanî ve.

Birêveberê beşê xwedîyên pêdevîyên taybet li Nînewayê di vî warî de dihat sûcdarkirin, Munim got, bêy ku navê wî bibêje, wî not kir ku daxuyanîyên fermî ji alîyê wî hatin wergirtin û hin din tekekes sûcdar kirin.

"Berpirsyar sûcdarkirin red kir, wî angaşt ku wî zarokên sêwî li sêwîxaneyên li parêzgehê dan destên malbatên wan piştî DAIŞê girte ser Mûsilê di sala 2014an de ji tirs li ser ewlekarîya wan hebû," wî got.

Niştecî, ji alîyê xwe ve, dibêjin ew jî bi peygerînên xwe radibin daku li zarokên widayî bigerin yên ew dibêjin di gorinên nenaskirî de hatin veşartin, wî anî ziman.

Peygerîn "nêzîk dê were qedandin"

"Rewş zor xeternak e û peygerîn di nepenîtîyeke tam de tê pêkanîn," Munim got.

Wî tu agahîyên zêde derbarê hejmara gazinan ya hejmara zarokên ku li sêwîxaneya Nînewayê bi cih bûbûn ku wî ji alîyê wezareta xwe ve wergertin berî êrîşa DAIŞ parve nekirin.

Wezaretê di Mijdara 2017an de dest bi peygerînê kir lê wê heta aniha ew hişt, wî got.

Vê dawîyê, peygerîn hat eşkerekirin da ku "ji malbatan re teqez bikin ku [wezaret] hemû gumanan seh dike da ku bigihe rastîyê," wî got.

"Doz yeke ji raya giştî ye," wî anî ziman.

"Dema em piştrast bikin ku sûcdarî û agahîyên berdest bi awayekî tam rast in, em dê dozê bibin ber destê dadgeheke qanûnî da ku dadperwerî tê de were pêkanîn," Munim got.

"Peygerîn ber ku werin qedandin û em dê zû [encaman] îlan bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500