Nûçeyên Iraqê
Analîz

Rêkeftina derbarê navçeyên ewle li Sûriyê pirsên derbarê dawiya lîstikê zêde dike

Cuneyd Selman li Beyrûtê

Zilamekî Sûrî li nêzîkî mala xwe li Dûmaya li gundewarên Şamê ya bin destê opozîsyonê di 6ê Gulanê de rûniştiye. Şer kêm bû piştî ku rêkeftineke "navçeyên ewle" ku di 3ê Gulanê de li Astana hatibû îmzekirin kete warê bicîkirinê. [Semîr Dûmî/AFP]

Zilamekî Sûrî li nêzîkî mala xwe li Dûmaya li gundewarên Şamê ya bin destê opozîsyonê di 6ê Gulanê de rûniştiye. Şer kêm bû piştî ku rêkeftineke "navçeyên ewle" ku di 3ê Gulanê de li Astana hatibû îmzekirin kete warê bicîkirinê. [Semîr Dûmî/AFP]

Di demekê de ku hêvî zêde dibin ku rêkeftineke bo çêkirina "navçeyên sivikirina şer" li deverên Sûriyê yên ku tundutûjiya herî zêde li wan e dê rê li ber çareseriyeke siyasî xweş bike, şirovekarên ku ji Diyaruna re axivîn gotin ku ev hest berî dema xwe ne.

Di rêkeftina 4ê Gulanê de, ku li paytexta Kazaxistanê, Astana, navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê hat îmzekirin, îmzekar tekezî li ser "pêbendiya tam bi serwerî, serxwebûn, yekgirtin û yekparçeyiya axa Sûriyê" kirin.

Aliyan li hev kir ku "navçeyên ewle" li aliyên bakurî, navendî û başûrî yên Sûriyê durust bikin, û israrbûna xwe ji bo kêmkirina aloziya serbazî û peydakirina ewlehiyê ji sivîlan re nîşan da.

Lihevkirinê ev deverên sivikirina şer danîne, ya "armanca bidawîanîna tundutûjiyê, başkirina rewşa mirovî û peydakirina şertûmercên guncan ji bo pêşxistina lihevkirineke siyasî ji krîza Sûriyê re dike":

- Idlib û hinek beş ji parêzgehên Laziqiyê, Hema, û Helebê.

- Beşinan ji bakurê parêzgeha Humsê

- Xûta Rojhilatî li derveyî Şamê

- Beşinan ji başûrê Sûriyê, di nav de Deraa û Quneytira

Li gorî rêxistinê, "çêkirina navçeyên sivikirina şer tedbîreke demkî ye, ku dema destpêkî jê re dê şeş meh bin, û dê bi awayekî automatîk li ser esasê yekdengiya hemû garantoran were dirêjkirin".

"Çareseriya siyasî hîn zûdem e"

Lê belê, li gorî pisporê serbazî û efserê artêşa Libnanî yê xanenişîn emîd Xalid Hilû, "girêdana navçeyên ewle bi lihevkirina siyasî zûdem e".

Rêkeftin tenê nîşaneke li ser betlana şer ku aliyên navdewletî yên ku destê wan di krîza Sûriyê de heye rastî wê tên, wî ji Diyaruna re got.

Di demekê de ku ev lihevkirin tekezî li ser berjewendiya hevbeş ji bo bidawîanîna krîzê dike, wî zelal kir, "pêwîstiya bidestxistina çareseriyekê bi proseyeke demdirêj heye, ji ber ku li gorî hevsengiya hêzan xuya nake ku tu alî amade ye ku xwe ji yên din re kêm bike".

"Rejîm [a Sûrî] ne amade ye ku guhertinên destûrî pêk bîne, û li ser çûna Esed qebûl bike û herwiha bihêle ku opozîsyon beşdarî proseya standina-biryarê bibe," Hilo got.

Hevdem, wî got, ew bawer dike ku Îran dem dikre daku encamekê bidest bixe ku bêtir di berjewendiya wê de be.

"Opozîsyonê tekez kiriye ku tevî cudabûnên ku rastî wê tên, [komên] wê hîn karînên wan li ser erdê hene û rejîm nikare wan jinav bibe," wî got, ku ev yek jî dihêle ku dudil bibe derbarê ku xwe jêre kêm bike ji bo çareseriyeke siyasî.

"Ez bawer nakim ku ev dever dê pencereyekê li ser danûstandinan vekin ku bigihînin lihevkirineke siyasî di dema nêzîk de," wî got. "Herkes dem dikre heta ku bigihin rewşeke ku ji hemûyan re guncan be."

Gelek pirs dimînin

"Behs derbarê wê yekê ye ku dibe navçeyên ewle bibin destpêka çareseriyeke siyasî," şirovekarê siyasî Tonî Îsa ji Diyaruna re got.

Lê rêkeftin pirsa derbarê wê yekê zêde dike ku gelo Sûriyê dê vegere awayê berî destpêka şer an jî navçeyên sivikirina şer dê bibin deverên karîgeriya hêzên herêmî û navdewletî, wî got.

"Hat gotin ku armanc ji deverên ku li ser wan hatiye lihevkirin sivikirina şer e û rêdana vegeriyana awareyan e, lê pirs ev e, ev yek dê çawa were pêkanîn?" wî got jî.

"Ez bawer nakim ku çareseriyeke siyasî ku şer bidawî bike nêzîk be, lê şerê mezin û krîza sereke navbera hêzan bidawî hatiye," Îsa got.

"Em çûne qonaxa şerên biçûk û safîkirina hesaban a ku dibe bo salan dirêj bike û ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî were bikaranîn," wî got.

Îsa got ku rêkeftin û rewşa giştî li Sûriyê hişt Hizbula -- ku armanca wê ya destpêkê xurtkirina pozîsyonên rejîmê bû -- ku vegere bo pêkanîna planên xwe li Sûriyê.

Vekişîna girûpê ji cihên ku li ser sînorê rojhilatî yê Libnanê bi Sûriyê re damezirandibûn nîşana dawiya şerê krîza mezin e, wî got jî.

Armancên serbazî yên sereke

"Rêkeftina derbarê navçeyên [ewle] yek ji qonaxên şerê Sûriyê ye, û hinek alî bi rêya wê dixwazin danûstandinên Astana pêşde bibin," serokê Navenda Hedes a Lêkolînên Stratejîk Beha Ebû Kerûm, got.

Rêkeftina navçeyên ewle "ne çareseriya daxwazkirî ye", wî got, ji ber ku çareseriyeke siyasî pêwsîtiya wê bi guhertinekê di sîstema siyasî de heye.

Çareserî di danûstandinên Cenêvê de ye, wî got jî, "ji ber ku proseyeke navdewletî ye ku hemû aliyên pêwendîdar ên ku destê wan di pirsa Sûriyê de heye têde beşdar in".

Armancên serbazî li pişt çêkirina navçeyên ewle hene, Ebû Kerûm got.

Wî bal kişand jî ku ev dever weke "ewle" nayên hesabkirin ji aliyê rêxistinên ku guh didin penaberan, û ku penaber nayên handan ku vegerin van deveran.

Ji ber vê yekê ew hîn tên ceribandin, wî got.

"Ev dever weke 'navçeyên sivikirina şer' hatine binavkirin û bi temamî ne ewle ne, û wisa ne guncan in ji bo vegera penaberan," profesora pêwendiyên navdewletî li Zanîngeha Beyrûta Erebî Sena Hemûdî ji Diyaruna re got.

Ew encama "rêkeftineke siyasî navbera çend aliyên pêwendîdar ku li benda encama pêşhateyên serbazî ne, lê belê vegera penaberan bi hewceyî rêkeftineke xuyayî ye", wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500