Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

NY: Bêtirî 200 gorên bi kom li xaka ku berê li jêr kontrola DAIŞê bû li Îraqê hatin dîtin

AFP

Di vê dosyaya wêneyî de ya ku di 12ê Nîsana 2015an de hatiye kişandin endamekî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî yê ku kincên parêzdar li xwe dike goreke bi kom teftîş dike, gora ku bermayîyên bi dehan xelkên ku ji alîyê DAIŞê ve li kampa Spaykerê li Tekrîtê hatin kuştin. DAIŞê bêtirî 200 gorên bi kom li Îraqê li pişt xwe hiştin, gorên ku bêtirî 12,000 qurbanîyan dihewînin, yên dibe ku bibin delîlekî girîng li ser tawanên şer, NY di 6ê Mijdarê de got. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Di vê dosyaya wêneyî de ya ku di 12ê Nîsana 2015an de hatiye kişandin endamekî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî yê ku kincên parêzdar li xwe dike goreke bi kom teftîş dike, gora ku bermayîyên bi dehan xelkên ku ji alîyê DAIŞê ve li kampa Spaykerê li Tekrîtê hatin kuştin. DAIŞê bêtirî 200 gorên bi kom li Îraqê li pişt xwe hiştin, gorên ku bêtirî 12,000 qurbanîyan dihewînin, yên dibe ku bibin delîlekî girîng li ser tawanên şer, NY di 6ê Mijdarê de got. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Heta aniha bêtirî 200 gorên komî ên ku 12,000 qurbanîyan dihewînin li Îraqê hatin dîtin, gorên ku dibe bibin delîlên jîndar li ser tawanên şer ên jialîyê "Dewleta Îslamî", NY roja Sêşemê (6ê Mijdarê) got.

Neteweyên Yekbûyî li Îraqê (UNAMI) û ofîsa wê ya mafên mirov got ku wan 202 gorên komî belge kirin li beşinan li rojava û bakurê Îraqê ku di salên nav 2014 û 2017an de li jêr kontrola DAIŞê bûn.

Dibe ku cihin din di mehên tên de werin kifşkirin, raportê hişyarî da, raportê desthilatdarîya Îraqî han da ku wan biparêze û bi awayekî guncan wan bixepêre da ku ji agahîyan ji malbatan re dabîn bike.

"Cihên gorên komî yên me di raporta xwe de belge kirin şahideke bo xisara mirpvî ya êşdar e, jankêşana kûr û hovîtîya şokdar," nûnerê NY li Îraqê, Jan Kubis, got.

Wî got ku "belgekirina şert û mercên ku xisareta giyana ya mezin tê de qewimî dê gaveke girîng be di proseya şînê de bo malbatan û rêwîngîya wan da ku mafên xwe bo bidestxistina rastî û dadwerîyê misoger bikin".

DAIŞê girte ser deverên Îraqê di sala 2014an de, sivîl û şervan bi awayekî komî îdam kirin û şêweyên çewsandinê yên din bi kar anîn da ku dest deyne ser erdê li bakur û rojavayê welat û li jêr kontrola xwe bihêle.

Ny got ku dibe ku gorên komî "materyalên cînayê yên xwedî girîngîyeke mezin bihewînin" ên dibe ku hûrgilîyên van binpêkirinan kifş bikin, herwiha dibe ku qurbanîyan destnîşan bikin.

Peygerên ku di Tebaxê de dest bi berhevkirina delîlên derbarê tawanên şer, tawanên dijî mirovahîyê yan komkujîyan kirin bo dadgehên Îraqî di darizandina bermayîyên DAIŞê yên bersûc de bi kar bînin.

Kortaleke bednav

Ji 202 gorên komî yên NY di raporta nû de belge kir, tenê 28 ji wan hatin xepartin û 1,258 laş ji alîyê desthilatdarîya Îraqî ve hatin derxistin.

Nêzîkî nîvê cihên li parêzgeha Nînewayê, cihê ku paytexta Îraqî ya alîgirê DAIŞê dikeve, cihê ku tundrewan sitemkarî li dijî mînorîteya Êzîdîyan pêk anî .

Li gor komîsyona bilind ya Îraqî ya mafên mirov, bêtirî 3,000 Êzîdîyan hîn windayî ne li Nînewayê, ligel 4,000 kesên din.

Cihên mayî li deverên bakurê Kerkûk û Selahedîn yan Enbarê li rojava belav in.

Hin ji yên hîn nehatine xepartin ji alîyê hêzên çekdar ên Îraqî ve hatine misogerkirin, lê hin din dibe ku ji ber şer rastî xeterê werin yan bi teqînên bidestçêkirî yên DAIŞê li pey xwe hiştin werin lewitandin.

Li gor raportê, pêşbînî heye ku gora herî mezin kortala Xesfa be li başûrê Mûsilê, cihê ku dibe 4000 kes lê hatibin kuştin.

DAIŞê teqemenî li Xesfayê çandin, di encamê de rojnamevanek û sê endamên hêzên Îraqî sala bûrî hatin kuştin.

Piştî ku dest danîn ser Mûsilê, hêzên hikûmeta Îarqî berdewam kir da ku DAIŞê ji asêgehên wê yên bajarî yên din der bike û serkeftina li dijî rêxistinê dawîya 2017an eşkere kir.

"Hisabekî tam"

Lê gelek malbatên Îraqî xizmên wan windayî ne, yên ew guman dikin ku ji alîyê DAIŞê ve hatine kuştin û gelek bi bêhêvî li bermayîyên keskirîyên xwe yên ew dizanin ji alîyê rêxistinê ve hatin îdamkirin digerin.

"Ji malbatên qurbanîyan tê xwestin ku pênc cihên hikûmî agadar bikin da ku daxwazên xwe yên qanûnî temam bikin da ku çarenûsa kesên windayî destnîşan bikin," raportê got, û bang bo avakirina dezgeheke tenê kir bo bi vê proseyê re bide û bistîne.

Komîsyonerê Bilind yê Mafên Mirov yê NY , Michelle Bachelet, got ku kifşkirina rastîya li pişt gorên komî dê "dijwar be da hesabê tam ji tawanên ku DAIŞê kirin misoger bike".

"Tawanên DAIŞê yên tirskar li Îraqê sînor derbas kirin lê trawma malbatên qurbanîyan hin heye ji ber bi hezaran jin, mêr û zarok hîn winda ne," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Mixabin, tawankar û dijminên morvahîyê bi gelek navan û navnîşanan têne pêş. Ew ne tenê li Îraqê ne. Ew bi dirêjahîya dîrokê hebûne û dê hertimî hebin. Lê li Îraqê, divê em tawanên rejîma Baes jibêr nekin, nemaze felaketa Enfalê.

BERSIV BIDE

Xwedê serkeftinê bike para we!

BERSIV BIDE