Nûçeyên Iraqê

NY: Nêzîkî 2,000 endamên hêzên Iraqî di Mijdarê de hatin kuştin

Nêzîkî 2,000 endamên hêzên ewlekariya Iraqê di Mijdarê de li seranserî welat hatin kuştin, ligel bi sedên sivîlan, AFP roja Pêncşemê (1ê Kanûnê) ragihand.

Li gorî amarên nûneratiya NY bo Iraqê, 1,959 endamên hêzên Iraqî meha borî hatin kuştin û herî kêm 450 ên din birîndar bûn.

Di nav wan de endamên artêşê, polîsan ku di şer de beşdar in, pêşmergeyên Kurd, hêzên wezareta hundir û hêzên heşdê hene.

Daxuyaniya NY herwiha got ku herî kêm 926 sivîl hatin kuştin, hejmara Iraqiyên kuştî ji encama karên terorîst, tundutûjî û krîza çekdar di meha borî de gihande 2,885 kesan.

"Amarên kuştiyan şokîner in, ji ber ku hejmara qurbaniyên sivîl gelekî zêde ye," şanderê bilindê NY bo Iraqê, Jan Kurbis, got.

Zêdebûna hejmara qurbaniyan di demekê de tê ku operasyoneke giştî ji bo vegerandina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) derbasî hefteya xwe ya heftê bûye.

Kubis got ku hejmara zêde ya kuştiyan ji encama berevaniya tund a tundrewan li ber Mûsilê tê.

"DAIŞ tektîkên herî kirêt bikar tîne, malên sivîlan weke cihên guleberdan û topbarankirinê bikar tînin û herwiha bi neçarî sivîlan tevdigerîne, û wan bi awayekî bibandor weke mertalên mirovî bikar tîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500