Nûçeyên Iraqê

Polîsê Iraqî: Hejmara miriyan gehişte 17 kesî

Hejmara kuştiyên êrîşa li navenda Hîtê li parêzgeha Enbarê ya roja Sêşemê (30ê Gulanê) gehişt 17 kesan, sê zarok, jinek û rojnamenivîsekî xwecihî jî di nav de, polîsê Iraqî li parêzgeha Enbarê roja Çarşemê ragihandin.

"Xwekujekî ku êlekekî teqîner li xwe kiribû duh bi şev komeke sivîlan kir hedef", û 17 kes kuşt û 35 birîndar kirin, birêveberê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar ji Diyaruna re got.

Vekolînên seretayî "piştrast dikin ku terorîstekî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di êrîşê de beşdar bûye", wî got.

Kenala Siyasat TV ya Iraqî got ku rojnamevanê wê Suheyb Hîtî di êrîşa, ku heta niha tu girûpê ew nekiriye sitûyê xwe de, hatiye kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500