Hêzên artêşa Iraqî rê li ber êrîşeke mezin ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê girt, û bû sedema windahiyên mezin yên girupê, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Duşemê (12'ê îlonê) got.
"Artêşa Iraqî sibeha roja Duşemê ji êrîşeke mezin ya çeteyên DAIŞ ya bi 20 otombîlan li Rutba bû bersiv ," berdevkê wezareta emîd Yihya Rasûl ji Diyaruna re got.
Çeteyan armanc dikir êrîşî baregehên artêşê li devera Huseyniya bikin, " lê êrîş bi serneket û 17 çete hatin kuştin, û yên din reviyan û neh otombîl hatin wêrankirin," wî got.
"Endamekî paye bilind ê DAIŞ û çeteyên ne-Iraqî di nav kuştiyan de hebûn," wî got.