Nûçeyên Iraqê

Artêşê: DAIŞ bi çekên kîmawî êrîşî hêzên Iraqî kir

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) çekên kîmawî dijî hêzên Iraqî yên ku di operasyona vegerandina Mûsilê de beşdariyê dikin bikar anî, û hin hêzên ewlekariyê birîndar bûn, AFP roja Yekşemê (16ê Nîsanê) ragihand.

DAIŞ her heyamekê êrîşnan bi çekên kîmawî pêk tîne, lê belê hejmara qurbaniyan û bandora li ser operasyonên serbazî kêm e.

"Çeteyên terorîstên DAIŞ hewil dan ku pêşketina hêzên me bisekinînin bi rêya bikaranîna madeyên kîmawî yên jehrîn, lê belê bandor sînordar bû," Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî di daxuyaniyekê de got.

Êrîşa roja Yekşemê tu kes ne kuşt lê belê hinek "birînên biçûk" di nava stafê ewlekariyê de pêk anî, fermandariya serbazî got.

Daxuyaniyê got ku hêzên ku êrîş li ser wan pêk hat beşek ji operasyona vegerandina bajarê Mûsilê ji DAIŞ in, lê belê eşkere nekir ka êrîş li nava bajar an derveyî bû.

Roja Duşemê, hêzên Iraqî yên hevbeş derbasî Bajarê Kevnar ê Mûsilê bûn Mizgefta Nûrî, cihê ku Ebû Bekir Bexdadî sala 2014an gotara xwe lê pêşkêş kir, dorpêç kirin.

Sorêkê polîsên Federal ferîq Raid Şakir Cewdet got ku bi dehan çekdarên DAIŞ di pevçûnên dijwar de ku ji berbanga roja Duşemê ve pêk tên hatin kuştin.

"Hêzên Iraqî Bazara Meaş li Bajarê Kevnar vegerandin ... û Mizgefta Nûrî dorpêç kirin," Cewdet got.

"Pevçûn li kolanan pêk tên, û bi dehan çekdarên terorîstan hatine kuştin," wî got, bal jî kişand ku şer ji aliyê topxaneya artêşê û balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî tên piştgirîkirin.

Hevdem, Wezareta Beravanî ya Iraqî got ku lîderkî DAIŞ û alîgirê wî li Mûsilê hatin kuştin.

"Fermandarê serbazî li taxê Sewra, Behaa Cibûrî, û alîgirê wî yê Felestînî, Ebû Telha di pevçûnên roja Yekşmê de hatin kuştin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500