Nûçeyên Iraqê

Êrîşa DAIŞ Nih Iraqiyî nêzîkê sînorê Ûrdûnê dikuje

Çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) erêş kir bingeheke zêrevanên sînorî yên Iraqî nêzîkê Ûrdûnê roja Sêşemê (16'ê Tebaxê) û herî kêm neh kes kuştin berî ku êrîşa wan bê bersivdayîn, li gorî AFP.

Hawin bi awayekî girand di êrîşa serê sibehê de hatin bikaranîn û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞ û zêrevanên sînor yên ku berevaniya cihê xwe yê nêzîkê Rutbe, bajêrê dawî berî dergeha sînorî li Tirêbîl, dikirin dom kirin, efseran got.

"Çekdarên çeteyên DAIŞ êrîş kirin ser fewcê dûyem yê zêrevanên sînor, ku li ser rêya sereke ya navera Rutbe û Tirêbîlê de ye," eqîdekî zêrevanên sînor got.

Heşt endamên zêrevanên sînor û sivîlek di pevçûnan de hatin kuştin, Fermandaya Operasiyonên Hevbeş got.

Eqîd got ku 17 zêrevanên sînor jî di êrîşê de birîndar bûn, ku li rojavatirîn cihî li parêzgeha Enbarê pêk hat.

"Çend çekdarên DAIŞ jî di êrîşê de hatin kuştin û ew neçare bûn vekişin. Bingeh di bin kontrola zêrevanên sînor de maye," efser got.

DAIŞ Gulana îsal ji Rutba hate derxistin .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500