Hêzên Iraqî rê li ber êrîşeke berfireh a "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girt ku hejmarek ji bingehên li ser sînorê bi Sûriyê re kirin armanc, Zêrevaniya Sînor roja Sêşemê (9ê Tebaxê) got.
“Hêzên Îraqî, bi nûneratiya Zêrevanên Sînor û artêşê ,bi piştgiriya êlên Ereb li deverê, êrîşeke berfireh a DAIŞ pûç kirin ku hejmarek ji bingehên sînorî li el-Welîd kirin armanc" li parêzgeha Enbar, berdevkê Herêma 2yem a Zêrevanên Sînor Muqedem Nazim el-Cexîfî ji Diyaruna re got.
Dora 30 çekdarên DAIŞ hatin kuştin, anî ziman, hevdem hinekên din jî birîndar bûn.
Neh otombîlên DAIŞ di dema pevçûnan de hatin şewitandin, el-Cexîfî got.
“Êrîşa, ku şeva Duşemê destpê kir, armanca wê vegerandina deverên girîng li ser sînor yên ku di destê hêzên Iraqî de bûn,” wî got.