Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şaneke hivdeh-kesî ya DAIŞ girtin

Şaneke 17-kesî ya DAIŞ roja Pêncşemê (9ê Hizêranê) hat girtin piştî çend rojan ji çavdêriyê li Bexda û Diyalayê, Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.

Rêvebiriya Hewalgiriya Serbazî ya artêşê şana "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girt li ser bingeha zanyariyên muxaberatê û çavdêriyê ya hûr, daxuyaniyê got.

Şane ji 17 endamên DAIŞ çêbûye yên weke desteyên çekdarî kar dikirin û li bakûra Bexdayê û parêzgeha Diyale aktîv bûn, daxuyaniyê got.

Li rojhelatê Diyala, hêzên Iraqî du terorîstên gumanlêkirî li êrîşekê li rojhelatê Beqûbe, serokê polîsê Lîwa Jasim el-Seadî roja Pêncşemê got.

"Hêzeke bilez ya polîsê êrîşeka suprîzî û operasyoneke geranê berev li başûrê Beled Ruz çêkir, û du terorîstên gumanlêkirî yên xwestî ji ber karkina wan li gel DAIŞ girtin," el-Seadî di daxûyînekê de got.

Ew yên girtî hatin veguhestin ji bo saziyeka ewlekarî ya girtinê ji bo vepirsînê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500