Çekdarinan efserekî polîs û heft ji endamên malbata wî, du zarok di nav de, di êrîşekê de li ser mala wan a dikeve nêzî bakurê bajarê Kerkûk berbanga Înê (18ê Tebaxê) kuştin, berpirsekî Iraqî ji Diyaruna re got.
"Girûpeke terorîstên DAIŞ êrîşî mala efserekî polîs li gundê Melha, li rojhelatê Dibs, kirin û ew û pênc kurên wî, du zarok di nave de, ligel biraziyên wî yên ku hatibûn serdana wan kuştin," berdevkê polîsê Kerkûkê eqîd Selam Caf ji Diyaruan re got.
"Hêzeke hevbeş a polîs û Pêşmergeyan karî ku terorîstan bigre û du ji wan bikuje, lê terorîstên din karîn birevin," wî got.