Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewla DAIŞ a şikandina dorpêçkirina Musilê têk dibin

"Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) ji sê deverên din ên di navbera taxên Rifaî û Rabei û mizgefta Nûrî de li rojavayê Mûsilê roja Sêşemê (23ê Gulanê) vekişiya, Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ya Îraqî got.

"Ajansa Dijî Terorîzmê, artêş û hêzên bersivdayîna bilez sê çeperên nû vegerandine û devera Hawî el-Kanîsa bi temamî xistin jêr destê xwe," berdevkê Fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

DAIŞ îroj Sêşemê hewl da ku dorpçkirinê ji ser endamên xwe yên li taxên dawîn yên ku hîn li jêr kontrola wan in bişikîne, le belê ew hewldan "bi ser neket", Resûl got.

"Balafirên Îraqî otombîlên bi teqemenîyan barkirî bombebaran kirin dema wan hewl da ku quekê di dorpêça serbazî de vekin daku bihêlin çekdarên DAIŞ vekişin û ji Mûsilê birevin," wî anî ser ziman.

"Neh terorist hatin kuştin, sê otombîlên bi teqemenîyan barkirî û kemyoneke mezin hatibûn ruxandin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500