Nûçeyên Iraqê

Hevpaymanîya navdewletî çeperên DAIŞ li rojavayê Mûsilê dike armanc

Li ser bingeha agahîyên îstixbaratî yên ku ji alîyê artêşa Îraqî ve hatibûn dabînkirin, balafirên şer ên hevpeymanîya navdewletî du çeperên bi pêş de yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê kirin armanc, Fermandarîya Operesyonên hevbeş a Îraqî îro Înê (9ê Hezîranê) got.

"Balafirên şer ên hevpeymanîya navdewletî du çeperên DAIŞ li Bajarê Kevin ê Mûsilê -- li deverên Şêx Fethî û Zenjîlî kirne armanc," berdevkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Êrîşan 24 tundrew kuştin û otombîlek bi teqemenîyan barkirî, gelek çek û alav jî ruxandin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500