Nûçeyên Iraqê

Pênc kes li Sûriyê hatin kuştin di êrîşên DAIŞ de yên li ser taxên hindikahiyan

Îro Sêşmê (23ê Gulanê) pênc kes hatin kuştin dema du otombîlên bi teqemenîyan barkirî li nêzîkî taxên hindikahiyan li Sûriyê teqîyan, di bûyerên ku "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) xwe ji wan kire berpirs, AFP ragihand.

Ajansa Amaq ya ku propegandayê ji DAIŞ re dike got ku çekdarên wê perpirs in ji wan teqînên li nêzî paytextê Şam û li Humsê.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûriyê SANA got ku teqînên li herdu deveran ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve bûn gava wan gule berdane otombîlan dema ew nîzîkî xalên pêşkinînê bûn.

Teqîna yekem çar kes kuştin û 30 kes birîndar kirin li nêzîkî taxa Zehrayê li bajarê Humsê, SANA got.

Piranîya niştecîyên Zehrayê ji tayîfa Elewî ne, ew dever gelek caran ji alîyê DAIŞ ve hatibû armanckirin.

Herdu xwekujan otombîl ber bi xala pêşkinînê ve ajot gava ku hêzên ewlekarîyê ew dane ber gulan û teqemeniyên di hundirê wê de teqandin, SANA ragihand.

"Hinek ji wan birîndaran ên ku birînên wan sivik bûn ji nexweşxaneyê derketin," parêzgarê Humsê Telal Berazî ji televîzyona dewletê re got.

Teqîna dutem ya ku DAIŞ xwe kire berpirsyarê wê li ser rêya başûrê paytexta Sûriyê qewimî, rêya ku diçe ziyaretgeha Misilmanê Şîe ya pîroz, gora Seyide zeyneb.

Polîs agir berda otombîleke ku hate diyarkirin ku bi teqemenîyan barkirîbû û ew teqand, kesekî sivîl kuşt û yekî din birîndar kir, SANA got.

Di meha Adarê de, du êrîşên xwekujî yên cêwî li Seyide Zeyneb 74 kes kuştin, piranîya wan hecacîyên Îraqî bûn.

Teqînên Roja Sêşemê qewimîn piştî du rojan ku hikûmetê diyar kir ku wê bajarê Humsê bi temamî xistiye jêr kontrola xwe, piştî derxistina şervanên opoîsyonê ji dawîn taxa li jêr kontrola wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500