Nûçeyên Iraqê

Taxa Werşanê li rojavayê Mûsilê ji jêr kotrola DAIŞê derdikeve

Hêzên Îraqî "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) ji taxa Werşanê li rojavayê Mûsilê derxistine û aniha ber bi yekê ji asêgehên rêxistinê ya dawîn ve diçin, deverke di navbera taxên Rifaî û Rabe'i de ye, Serokê Ajansa Dijî Terorîzmê ferîq Ebdul Xenî Esedî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî xisarên giran gihandine DAIŞ, bêtir ji 40 endamên wê kuştin, û balafirên şer ên hevpeymanîya navdewletî du otombîlên bi teqemenîyan barkirî bombebaran kirin berî ku ew karibin bigihin hêzên me yên hevbeş," he said.

"Aniha DAIŞ tenê 5% ji hemû xaka Mûsilê kontrol dike," Esedî got.

Di heman demê de, xebatên derxistina malbatên Îraqî ji deverên bajar ên rizgarkirî berdewam in, wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500