Nûçeyên Iraqê

QSD şerê paşmahiyên DAIŞ li Tabqaya Sûriyê dike

Hevbendîya erebî-kurdî roja Duşemê (2ê Gulanê) şer kir daku dawîn komên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên li Tebqaya Sûriyê ji nav bibe, AFP ragihand.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov, Hêzên Sûrya Demokrat (QSD) niha kontrola 90% ji bajar dike.

Birîveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ji 300 heta 400 çekdarên DAIŞê dest ji parastina Tebqa û bendava mezin berdan li bakurî bajar.

Di daxuyanîyekê de ku roja Sêşemê li ser Înternetê heta belavkirin, QSD got wê gelek deverên bakurê Tebqayê ji DAIŞ paqijkirine "piştî pevçûnên dijwar ji vê sibehê ve".

Daxuyanîyê got ku li taxeke bakurî ya dawî, pevçûnan berdewam dikir, û çekdarên DAIŞê li bendava nêzîk hatibûn asêhiştin.

"Dema ku molgeha dawîn biqede, bajar dê were rizgarkirin -- lê belê standina bendavê dê beşê herî zehmet be ji kampanyaya Tebqayê," efserê medyaya QSDê Ehmed Mihemed got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500