Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya erebî-kurdî şerê DAIŞ li Tebqaya Sûrî dike

Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) şerê bi dehan çekdarên "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) dike yên ku li beşê bakurî yê Tebqayê hatine dorpêçkirin, AFP roja Şemîyê(7ê Gulanê) ragihand.

Hevbendiya erebî-kurdî bêtir ji 90% ji Tebqayê xistiye jêr destên xwe de, lê belê nikarîbû çekdarên rêxistinê bi temamî derxe dervî bajar yan bendava nêzîk.

"Ji ber çekdarên DAIŞ hîn li taxên Wehda û Huriya hene, QSD nakarîbû Tebqayê bi temamî kontrol bike," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdul Rehman got.

Herdu tax li bakurê bajar dikevin li nêzî bendava Tebqayê.

Ebdul Rehman got "bi dehan" çekdarên DAIŞ mayîn diçandin û pevçûnin piçûk bi QSD re dikirin, lêbelê wan êrîşkarên kujêner van rojên dawî bikar neanîne.

Birêveberekî QSD li Tebqayê îro Duşemê got ku hêzên wî di "pevçûnên tund" de li beşê bakurî ji bajar hatine dorpêçkirin.

"Ji ber ku sivîl hene û wekî mertalên zindî ji aliyê DAIŞ ve têne bikar anîn, lewra operesyon bi awayekî hêdî berdewam dike," fermandar got, wî digot hêzên wî hewl didin ku "bibaldarî û tekûzî" bi pêş ve herin.

"Nêzîk em dê karibin ragihînin ku bajar bi temamî ji DAIŞ hatiye pakirin," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500