Nûçeyên Iraqê

Hevbendîya erebî-kurdî xwe ji pêngava dawî ya Reqayê re amade dike

Hêzên Sûrîya Demokrat (QSD) îroj Înê (12ê Gulanê) got ku wan xwe ji êrîşa dawî ya li ser asêgeha "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) re li Reqayê amade dikir, êrîşa ku dibe meha bê dest pê bike, AFP ragihand.

Hevbendîya erebî-kurdî di destpêka vê hefteyê dedestê xwe danî ser Tebqaya nêzîk û bendava li tenîşt wê.

"Êraîşa li ser Reqayê dê di destpêka havînê de pêk bê" Fermandara QSD Rojda Felat di konferanseke çapemenîyê de li Tebqayê got, wê anî ser ziman jî ku dibe ew Hezîranê li ser bingeha "berçavgirtinên tektîkî û serbazî" dest pê bike.

Di şerê QSD de li Reqayê, Operesyona Xezeba Feratê, hevbendîyê êdî bi piştgirîya hevpeymanîyê destê xwe danîye ser rûberên mezin li derdora parêzgehê.

Hevbendî kar dike ku dorpêçkirina Reqayê qayimtir bike beriya destpêkirina pêngava dawîn, û ew aniha bi tenê heşt kîlometran dorî bajar e, li nêztirîn xalê ji bajêr.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500