Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Erebî-Kurdî Tebqa ji destê DAIŞ derxistin

AFP û Staf

Roja Çarşemê (10ê Gulanê), Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Tebqa yê stratejîk û bendava derdora wê kontrol kirin, û amadekariyan dikin ji bo pêşketinê ber bi Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî" ve. [AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Çarşemê (10ê Gulanê) bajarê Tebqa yê li bakurê Sûriyê û bendava nêzîkî wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kontrol kirin.

Hevbendiya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî got ku wê Tebqa û bendava derdorê "bi temamî kontrol kir" piştî çend hefteyan ji şerekî tund, AFP ragihand.

"QSD karî li bendavê bi xwe di şevê de bicih bibe," birêvebir Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

"Lê sivîl hîn nikarin ku derbasî hinek beşên Tebqa bibin ji ber teqemeniyan" ku ji aliyê DAIŞ ve hatine hiştin, wî got jî.

Dîmeneke giştî Tebqa nîşan dide piştî ku Hêzên Sûriya Semokratîk çendîn tax di 30ê Nîsanê de ji "Dewleta Îslamî" vegerandin. [Delîl Suleyman/AFP]

Dîmeneke giştî Tebqa nîşan dide piştî ku Hêzên Sûriya Semokratîk çendîn tax di 30ê Nîsanê de ji "Dewleta Îslamî" vegerandin. [Delîl Suleyman/AFP]

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk aleke "Dewleta Îslamî" li Tebqa di 30ê Nîsanê de têne xwar. Di 10ê Gulanê de, şervanên QSD bajar bi temamî kontrol kirin. [Delîl Suleyman/AFP]

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk aleke "Dewleta Îslamî" li Tebqa di 30ê Nîsanê de têne xwar. Di 10ê Gulanê de, şervanên QSD bajar bi temamî kontrol kirin. [Delîl Suleyman/AFP]

"Operasyonên maliştinê berdewam in ji bo piştrastbûn ku bajar paqij e," berdevkê QSD Telal Silo got.

Tîmên pûçkirina mayînan destpêkê teqemeniyan ji kolanên sereke radikin, Wehîd Xelef ji Lîwaya Siwar el-Reqa, komeke Ereb di nav QSD de ye, got.

Piştre ew dê dest bi paqijkirina mal û zeviyên çandiniyê bikin weke amadekarî ji vegera sivîlan re, wî ji Diyaruna re got.

Girtina Tebqa weke serkeftineke stratejîk ji QSD re tê hesibandin, û dê bihêle ku hevpeymanî ber bi Reqa ve pêş bikeve û Operasyona Xezeba Firat a li dar bigihîne armancê.

Tebqa li ser Çemê Firatê û herwiha li ser rêyeke piştgiriyê ya stratejîk nêzîkî 55 kîlometran li rojavayê bajarê Reqa, paytexta tiştê bi navê xîlafeta DAIŞ, dikeve.

Şerê Tebqayê

Balafirên şer ên hevpeymaniyê Tebqa û cihên derdorê yên DAIŞ bo çend hefteyan bombebaran kirin weke beşekê ji pêngava QSD a li Reqa.

QSD, bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê û şêwirmendên hêzên taybet li ser erdê, destpêkê di 24ê Nîsanê de derbasî Tebqa bû, ber bi bakur ve pêşve çû û rêxistin di du taxên nêzîkî bendava Tebqa de dorpêç kir.

Lê DAIŞ xweragiriyeke tund nîşan da, bi rêya bikaranîna otombîlên bombekirî, nîşangir û dronên biçek.

Roja Yekşemê (7ê Gulanê), QSD bêtirî 90% ji Tebqayê kontrol kir û şerê bi dehên çekdarên DAIŞ yên dorpêçkirî li taxên bakurî ji bajar nêzîkî bendavê dikir.

Fermandarekî QSD di nav Tebqa de roja Yekşemê got ku operasyon hêdî pêş dikeve "ji ber hebûna sivîlên ku weke mertalên mirovî ji aliyê DAIŞ ve tên bikaranîn", anî ser ziman ku hêzên QSD hewl didan ku "bi baldarî û bidîqet" pêş bikevin.

Hejmara niştecihên Tebqa ji 250,000 berî destpêka şerê Sûriyê di 2011an de bo 75,000 kêm bû. Piştî ku DAIŞ di 2014an de dever girt, nêzîkî 10,000 çekdarên DAIŞ û malbatên wan hatin daku li bajar bijîn, bajarê ku weke bingeheke fermandariyê ya sereke û zindana sereke ya rêxistinê xizmet dikir.

Karwaneke ku ji dora 50 otombîlên ku çekdarên DAIŞ û malbatên wan pêk dihat şeva roja Sêşemê hat dîtin ku ji Tebqa derdikeve ber bi bajarê Reqa ve, şervanekî QSD Xelef got.

"Herî kêm 300 kes [di karwanê de] bûn, di nav de jinên hinek çekdarên DAIŞ û çekdarên birîndar ên rêxistinê," wî got.

Nirxandina ziyana ku gihaye bendavê

Tîmeke çakirinê roja Pêncşemê di amadebaşiyê de bû, li benda destûrê ji QSD bû daku derbas bibe û her ziyaneke ku gihaye bendava Tebqa -- bendava herî mezin li Sûriyê -- binirxîne.

Çavkaniyeke ku ligel teknîkarên bendavê kar dike got ku ew ji bendavê reviyan dema şer di rojên dawî de nêzîk bû.

Bendav di Sibata 2013an de kete di destê opozîsyona Sûriyê de, berî ku DAIŞ bajar û parêzgeha Reqa di destpêka 2014qan de kontrol bike.

Wê demê NY hişyarî da ku gihandina ziyanê bi bendavê "dibe ku bibe sedema lehiyeke gelekî mezin li seranserê Reqa û dibe ku bigihe Dêrezorê jî".

Cotyarên Sûrî yên li nêzî Çemê Firatê gotin ku ew gelekî ditirsiyan ku DAIŞ bendavê biteqîne daku berevaniyê li Reqayê bike, û di vê proseyê de gundên wan li ber lehiyê biçin.

Çemê Firatê çavkaniya sereke ya avê ye ji bo çandinî û xwedîkirina sewalan li herêmê, û bendava, ku herwiha weke bendava Firat tê naskirin, û bendava Sewra, roleke girîng daye Reqa di aboriya Sûriyê de.

Biçekirina YPG

Roja Çarşemê, Amerîka got ku ew dê di demeke nêzîk de dest bi şandina çekan bo Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) bike, ku pêkhateya sereke ya QSD ye, berdevkekî serbazî yê Amerîkî got.

Karwana yekem ji çekan berî niha hazir e ji bo şandinê û dibe ku "gelekî bilez" ji kurdan re werin şandin, eqîd Jon Doryan, berdevkekî serbazî yê hevpeymaniya navdewletî li Bexdayê, got.

Koşka Sipî berî niha roja Sêşemê çira sipî da Pentagonê ji bo şandina çekan û alavan ji YPG re "ji bo piştrastbûn ji serkeftineke xuya li ser DAIŞ li Reqayê".

YPG ev gav weke " geveke dîrokî" binav kir û got ku ew dê "roleke bibandortir, hêzdar, û yekalîker" di şerê li dijî DAIŞ de bilîze.

Heta Sêşemê, siyaseta Amerîka ya fermî ew bû ku çekan tenê bide pêkhateyên Ereb ên QSD.

"Biryara Amerîkî ya biçekirina YPG... girîng e û dê şikestina terorê bileztir bike," berdevkê QSD Telal Silo got.

Silo got ku daxuyaniya Amerîka "ji encama karîgeriya YPG û QSD di şerê li dijî terorê de ye".

Welîd Ebû Xêr li Qahîra alîkarî di amadekirina vê raportê de kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çekdarên DAIŞ ji Tebqa reviyan dema ku Hêzên Suriya Demokratîk pêş ketin. Dê rêxistin çi li van [yên reviyan] bike? Eger hatin kuştin, ji Cîhadîyan mehrûm bibin, û eger berdewam bûn, ew dê pêş çavên cîhanê rûreş bibin.

BERSIV BIDE