Nûçeyên Iraqê

Şervanên QSD DAIŞ li Tebqa di guncikekê de asê dikin

Hevbendiya Erebî-Kurdî roja Duşemê (1ê Gulanê) "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di beşên dawî yên Tebqa asê kirin, li gorî AFP.

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) sibeha roja Duşemê kontrola tevahiya Tebqayê ji bilî yek ji pêncê kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Hefteya borî QSD ji başûr ve derbasî Tebqa bû û bi berdewamî ber bi bakûr ve pêşdiketin, û DAIŞ li sê taxên hevtixûb ên li ser Çema Firatê asê kirin.

Sibeha roja Duşemê, çekdarên DAIŞ ji devera hera rojavayî ve ber bi du taxên din ve vekişîn , birêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

"Niha QSD zêdetirî 80% ji Tebqa kontrol dike," Ebdilrehman got, û DAIŞ tenê du taxên bakûrî, Huriya û Wehda, kontrol dike.

Bi giştî 35 çekdarên DAIŞ di 24 saetan de ji sedema êrîşên asmanî li Tebqa hatin kuştin, Rewangehê roja Duşemê got. Wê tu agahiyên rasterast li ser qurbaniyên çekdarên QSD parve nekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500