Nûçeyên Iraqê

Çekdarên QSD li şerê Tebqa rastî êrîşên DAIŞ ên bi dronan tên

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dronên destkird bikar tîne daku pêşketina hevbendiya Erebî-Kurdî li bajarokê Tebqa yê Sûrî asteng bike, AFP roja Çarşemê (26ê Nîsanê) ragihand.

Ligel piştevaniya asmanî ya hevpeymaniyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Çarşemê, di rûbirûbûnan de li Tebqaya li jêr kontrola DAIŞ asê mabûn, du rojan piştî derbasbûna wan a yekemîn bo nava bajarok.

Di destpêkê de, wan gelek cih li başûrê bajarok girtin lê belê rastî bersiveke gelek dijwar ji aliyê girûpê ve hatin, ku tê de dronên çekirî hatin bikaranîn.

Çekdarên DAIŞ "çeperên QSD bi dronan bi teqemeniyên berdest kirin hedef", birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman ragihand.

Şer roja Çarşemê li taxên başûrî yên Tebqa dest pê kir dema ku hêzên QSD roja Duşemê hewl didan ku pêşketina xwe li bajarok berferehtir bikin.

"Ew hêdî pêş dikevin ji ber ew hemû şerê kolanan e. DAIŞ êrîşkarên xwekuj û otombîlên bombekirî bikar tîne û bajarok di bin mînan de hiştiye," Ebdulrehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500