Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevbendiya Erebî-Kurdî ji bidestxistina serkeftinê li Tebqa nêz dibe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Bêtirî 90% ji Tebqa di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ye piştî derxistina "Dewleta Îslamî" ji piraniya navçeyan. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Bêtirî 90% ji Tebqa di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ye piştî derxistina "Dewleta Îslamî" ji piraniya navçeyan. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi operasyonekê pêş dikevin ji bo rizgarkirina Tebqa ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tevî rûbirûbûna şanên dawî yên berxwedanê li aliyê bakurî yê bajar.

Hevbendiya Erebî-Kurdî bêtirî 90% ji Tebqa girtiye destê xwe, lê hîn nikarîye bi temamî çekdarên rêxistinê ji bajar û avbenda derdora wî derbixe, AFP roja Yekşemê (7ê Gulanê) got.

"QSD hîn nikariye Tebqa bi temamî kontrol bike ji ber ku çekdarên DAIŞ hîn li taxên Wehda û Huriya hene," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

Herdu tax li bakurê bajar li nêzîkî avbenda Tebqa ne.

"Operasyon hêdî birêve diçe ji ber hebûna sivîlên ku ji aliyê DAIŞ ve weke mertalên mirovî tên bikaranîn," fermandarekî QSD ji nava Tebqayê roja Yekşemê ji AFP re got, anî ser ziman jî ku hêzên wî hewl didin ku bi "haydarî û bidîqet" pêş bikevin.

"Di demeke nêzîk de em dê bikaribin rizgarkirina tam a bajar ji DAIŞ rabigihînin," wî got jî.

Operasyonên maliştinê

Fermandarê yekîneyeke şer a QSD Ebdilfetah Nesredîn ji Diyaruna re got ku piraniya taxên Tebqa di 1ê Gulanê de rizgarkirî bûn.

Di demekê de ku şervanên QSD bajar dimaliştin, wan hejmareke nenaskirî ya çekdarên DAIŞ ku xwe li malên sivîlan veşartibûn li taxên yekem, duyem û sêyem ji Tebqa Cedîda dîtin, Nesredîn got.

Ev tax li gundewarên bajar nêzîkî dawiya aliyê başûrî ji avbendê ne.

"Pevçûnên gelekî tund çêbûn, bi taybetî ku endamên rêxistinê sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin, û di dema şer de xwe li pişt wan vedişêrin," wî got.

Çekdarên DAIŞ destpêkê di bin guvaşa topbarankirina giran de vekişiyan taxên yekem û duyem, û taxa sêyem bi temamî vala kirin, wî got. Şer heta 5ê Gulanê berdewam bû, dema rêxistin ji taxên yekem û duyem jî vekişiyan.

Wan piştre berê xwe da devera niştecihbûnê ya avbenda Tebqa, anî ser ziman ku şer niha tenê li devera Muşêrifê li derdora avbendê, gundên Sefsafa, Sahil Xeşeb û Ayid Kebîr e.

"Operasyonên maliştinê berdewam in, ligel êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî," wî got jî.

Dorpêçkirina Tebqayê

"Pêşketina operasyonan serkeftin û bibandoriya plana ku hatî danîn ji bo dorpêçkirina Tebqa bi temamî nîşan dide," şêniyê Reqa û şervanê Reqa Enes Muder ji Diyaruna re got.

Çekdarên DAIŞ nikarîbûn birevin û vekişiyan deverên hinekî vekirî, ku xwe li pişt sivîlan vedişêrin daku xwe biparêzin, wî got.

Rêxistinê dema ku êrîşî bajar hat kirin bi dehên çekdarên xwe ji dest dan, hevdem hinekên din ji aliyê QSD ve hatin girtin, Muder got.

"Hejmarek ji wan teslîm bûn dema ku piştrast bûn ku bajar ket û tu rêya revê li pêş wan tune ye," wî got.

QSD derketina bi hezarên sivîlan ji bajar hêsan kir di dema şer de û berî jî bi rêya peydakirina rêyên ewle bo derveyî deverê ji wan re.

"Lê belê, xuyayî ye ku hejmareke nenaskirî ji welatiyan bi zorê li ba rêxistinê girtî bûn daku xwe li pişt wan veşêrin dema bajar nêzîkî ketinê bibe," Muder got.

Çekdarên DAIŞ herwiha li cihekî asê di jêrxaneya avbendê de bicih bûn, ji ber ku dizanin ku QSD û hevpeymanî dêziyanê negihînin bendavê.

Rakirina teqemeniyan

Tîmên endazyarî yên QSD bi hêzên rizgarker re derbasî Tebqa bûn û dest bi pûçkirina mayînên ku DAIŞ hema bêje li hemû kolanan çandibûn kirin, Mistefa Ceylan, endamê tîmeke girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got.

Mayîn hatibûn çandin "bêserûberî, bi awayekî ku dihêle nepêkan be ji tîmê re ku nexşeplanekê deyne daku jê destpê bike, bi armanca astengkirina karê tîmên pispor", wî ji Diyaruna re got.

"Astengiyeke din ew e rastiya ku mal û deverên derdorê gelekî hatine bomberêjkirin," wî got. "Operasyonên maliştinê nikarin werin temamkirin heta ew neyên rakirin, û nepêkan e ku sivîl vegerin bi hebûna qebareyeke mezin ji wan."

Bi dehên otombîlên bombekirî yên DAIŞ di dema operasyonan de hatin desteserkirin û tên pûçkirin jî, Ceylan got.

"Hinek ji wan bi tonan teqemeniyên xurt di wan de bûn ji bo gihandina ziyana herî zêde bi can û milkan," wî got, anî ser ziman jî ku hinek malên xelkê jî bi temamî bi teqemeniyan hatibûn bomberêjkirin.

Sivîl ji bajar direvin

Dikandarê Tebqa Hemed Nafih ji Diyaruna re got ku wî û bi dehên şêniyên din karîn ji bajar birevin berî ku hêzên rizgarker kontrolê vegerînin.

Ev yek bi xêra komeke biçûk ji şervanên QSD pêk hatibû "yên ku jiyana xwe xistin jêr metirsiyê û ketin nava bajar ji bo pêwendiyê bi hejmarekê ji şêniyên cihê baweriyê bikin", wî got.

Operasyona revê hat organîzekirin dûrî çav û segvanên çekdarên DAIŞ, ku li seranserî bajar belavkirî ne, wî got.

"Operasyona revê bi haydarî hat plankirin û bi dirêjahiya rêyeke paqijkirî ji mayînan û ewlekirî ji aliyê hêzên rizgarker ve hat pêkanîn," Nafih got.

Sivîl bi otombîlên QSD hatin veguhestin bo xaleke kombûnê ya ewle û xwarin, av û betanî ji wan re hatin dayîn, wî got, anî ser ziman jî ku guhdana bijîşkî jî ji kesên hewce re hat pêşkêşkirin.

Piştî vê, belgeyên wan hatin pişkinînkirin ji bo piştrastkirina nasnameyên wan, wî got, û bo kampekê nêzîkî Eyn Îsa hatin veguhestin. Ew çaverê dikin ku rê ji wan re bê dayîn ku vegerin piştî ku şer bisekine û bajar ji mayînan were paqijkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500