Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rêveberê fînansa DAIŞ girtin

Hêzên Iraqî lîderekî bilind yê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li nêzî paytexta parêzgeha Diyala Beqûba girtin, Fermandariya Operasyonên Dîcla ya artêşa Iraqî roja Sêşemê (7ê Adarê) ragihand.

"Yekîneyên şerker ên Fermandariya Operasyonên Dîcla şeva roja Sêşemê operasyonek ku bi haydarî hatiye plankirin li nêzî Beqûba pêk anîn" li ser bingeha agahiyên istixbaratî, Fermandarê Operasyonan ferîq Muzhir Îsawî ragihand.

Di encama operasyonê de birêveberê fînansa ya ku jê re tê gotin "Wilayeta Diyala" hate girtin, Îsawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500