Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Çiyayên Hemrîn ji DAIŞ paqij dikin

Operasyoneke hevbeş a li Çiyayên Hemrînê, bakurê Tikrîtê, dever bi temamî ji hebûna "Dewleta Islamî" (DAIŞ) paqij kir, Fermandarê Operasyonên Dîcla lîwa Muzhir Ezawî roja Çarşemê (9ê Tebaxê) got.

Operasyona du-rojî sibeha roja Çarşemê "bi serketineke mezin" bidawî hat, wî di konfranseke rojnamevanî de li parêzgeha Diyala got.

Hêzên Iraqî yên hevbeş cih û çek û embarên cebilxaneya DAIŞ li deverê pûç kirin û hejmareke çekdarên girûpê kuştin, wî got.

Herwiha, wan "tevahiya deverê ji parêzgeha Diyala heta sînorê Kerkûkê, bi temamî 90 kîlometr" kontrol kir, Ezawî got.

"Êdî dê nema hêza terorîstên DAIŞ li wê deverê hebe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500